Ji bo Elturk ji rêxistinên Kurd û Fransî re banga çalakiyan

Tevgera Jinên Kurd a Fransa, ji bo şermezarkirina êrîşa leşkerên Tirk a li hember cenazeyê gerîlaya YJA Star Elturk û komkujiyên rû didin banga çalakiyan li rêxistinên Kurdistanî û femînîst ên Fransa kir.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa, ji bo şermezarkirina êrîşa leşkerên Tirk a li hember cenazeyê gerîlaya YJA Star Kevser Elturk  (Ekîn Van) û komkujiyên rû didin banga çalakiyan li rêxistinên Kurdistanî û femînîst ên Fransa kir.

Tevgera Jinên Kurd a Fransa ya daxuyaniyeke nivîskî weşand ji bo şermezarkirina êrîşa leşkerên Tirk a li hember cenazeyê gerîlaya YJA Star Kevser Elturk  (Ekîn Van) û komkujiyên rû didin banga çalakiyan li rêxistinên Kurdistanî û femînîst ên Fransa kir.

Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê got ku êrîşa ku li hemberî bedena Kevser Elturk (Ekîn Van) hatiye kirin li hemberî hemû jinan e û got, “Ekîn Wan rûmeta me ye û em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin. Li ser vî esasî di destpêkê de em bang li tevahî rêxistinên jinan dikin, bila bikevin nav tevgerê. Li Kurdistanê her roj dewleta Tirk sûcê şer dike. Di serî de Fransa hemû welatên Yekîtiya Ewropayê ji vê sûcê re bêdeng dibin û temaşe dikin. Li ser vî esasî e mê weke jin bi dirûşmên, “Ekîn Van rûmeta me ye”, “Jin Jiyan Azad” li qadan bin.”  Hat gotin ku wê roja 22’yê Tebaxê roja Şemiyê saet 16:00’an li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Fransa ya li Învalîdesê çalakiyekê li dar bixin.

Wê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de tevahiya hefteyê çalakî li bajarên cuda yên Fransayê berdewam bikin. Wê rojeve meşa roja Çarşemê li Parîsê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê lidarxistin.