Ji bo Dayikên Şemiyê li Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin

Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re bê dayîn, li Swêdê 2 xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de wêneyên mirovên di binê çavan de hatine windakirin, hatin rakirin.

Li ser banga Komîteya Piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê, piraniya wan jin gelek kes li meydana Medborgarplatsen (Cihê Welatiyan) a Stockholmê li hev civiyan, qurnefîl û wêneyên kesên di binê çavan de hatin windakirin, hilgirtin.

Hevseroka berê ya partiya bi navê "Însiyatîfa Femînîst" Devrîm Mavî li vir axivî û bibîr xist, ku ev 21 sal in dayik her hefte li aqûbesta xizmên xwe dipirsin. Mavîn destnîşan kir, ku windakirina di binê çavan de, îro jî dewam dike.

Ji 'Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê' Latîfe Fegan, daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya bi wesîleya hefteya 600'î amade kiribûn, xwend. Piştre parlamentera berê ya Partiya Çep a Ewropayê Marîanne Erîksson peyivî û got, tiştê ku herî zêde mirovan dixe nava tirs û fikaran, rewşa ne diyar e. Erîksson bibîr xist, ku tevî Tirkiyeyê li Arjantînê jî mirov di binê çavan de hatine windakirin, tên windakirin.

Erîksson da xuyakirin, berpirsyarê windayan, rejîm in û destnîşan kir, ku divê yên li aqûbeta windayan dipirsin ti carî bêhêvî nebin. Erîksson got, "Em bi têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê re ne. Em ê li vê derê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re têkiliyê de ynin. Ji bo dîtina windayan em ê ti carî ji têkoşînê tawîzê nedin."

Aktîvîsta femînîst Eva Nîkell bibîr xist, ku ew beriya 19 salan di çalakiyek Dayikên Şemiyê de axivî û anî ziman, li gelek cihên cîhanê, ji bo sekinandina şer, destpêkirina hevdîtinên aştiyê û dîtina xizmên xwe yên winda, jin pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Nîkell bal kişand ser girîngiya destekkirina têkoşîna Dayikên Şemiyê ku ev 600 hefte ne li hev dicivin.

Seroka 'Hunermendên ji bo Aştiyê' Stîna Beng wêneyê Hûrşît Tekîn ê çend meh beriya niha di binê çavan de hat windakirin bi sînga xwe ve kir, bi Swêdî stran got. Asli Yaçinoglû jî bi Kurdî stranên xwe pêşkêş kir. Her wiha Şanoger Serpîl Înanç helbest xwend.

Yekîtiya Jinên Kurd a Sara jî li navçeya Mersta ya li derveyî Stockholmê xwepêşandanek lidar xist. Di çalakiyê de jinên Kurd wêneyên windayan rakirin.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali axivî û bal kişand ser biryardariya Dayikên Şemiyê ya ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe. Bozcali destnîşan kir, ku dayik di heman demê de hesabê komkujiyên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê dipirsin.

Bozcali da xuyakirin, ku jinên Kurd heta ronîkirina aqûbeta windayan û pirsîna hesab ji kiryaran, wê her tim piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê.

...