Li Tirkiyeyê ji sedî 70yê kuştinên jinan ji ber daxwazên hevberdanê pêk tên. Nunera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Îlke Acar diyar kir ku zilam li gel dema hukûmetiya AKPê wêrek bûne.
Sala 1999ê 25ê Mijdarê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate ragihandin. Bi vî awayî hemû êrîşên fîzîkî, psîkolojîk û zayendî yên li ser jiyana taybet a jinan ketin çarçoveya tundiya li ser jinan. 25ê mijdarê weke roja têkoşîna li dijî vana hate destnîşankirin. Lê vê yekê nekarî pêşî li tundiya li ser jinê ya li welatên mîna Tirkiyeyê bigire.
'...ZÊDEBÛN NE RASTHATIN E, BI AKPÊ VE ELEQEDER E'
Nunera Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Acar da zanîn ku kuştin û tundiya li ser jinan ne tişteke rasthatî ye û bi ya Acarê ligel desthilatiya AKPê muhafezekariya civakê zêde bûye, nêrînên rastgir ligel desthilatiyê bi hêz bûne û helwesta nerênî ya li hemberî vê yekê jî beşek ji vê yekê ye.
Acar got: “Berê Wezareta ji Karên Jin û Malbatê Berpirs hebû. Li şûna vê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî hat avakirin. Navê jinê tê tunekirin. Biryarên kesî tune tên hesibandin. Jin di nava malbatê de cihek bi sînor digirin."
'DIVÊ CEZAYÊ MUEBETÊ YÊ GIRANGKIRÎ BÊ PÊKANÎN'
Acar bal li gel vê jî hukûmeta AKPê bi malbatan re eleqeder nabe û got: “Ger malbatek ne li aliyê AKPê be û ne alîgirê wê be jixwe; xwedî li yekê jî dernakeve. Yên ku bi malbatan re eleqeder dibin û yên ku li dijî yên ku keça xwe kuştine re eleqeder dibin em in."
Acar mînaka Guldunya Toren a ku ji aliyê xizmek xwe ve hate tecawizkirin û piştre bi biryara malbatê hate kuştin bi bîr xist û diyar kir ku zalimtiya yasayan heye û wiha domand: “Bi ya me cezayên giran yek rêyên çareseriyê ye. Divê cezayê muebeta girankirî bidin kujerên jinan.
JI SEDÎ 70YÊ JINÊN TÊN KUŞTIN JI BER DAXWAZA HEVBERDANÊ HATINE KUŞTIN
Nunera Platforma Em ê Tundiya li ser Jinan Rawestînin Îlke Acar derbarê tundiya li ser jinên dixwazin hev berdin de agahî da: “Li Tirkiyeyê zilam hevberdanê qebûl nakin. Ji ber vê jî ji her du jinên dixwazin bi xwe biryara jiyana xwe bidin jinek tê kuştin. Parastin pir girîng e lê ji ber ku nayê pêkanîn ji 4yan 3 jinên daxwaza parastinê diin tên kuştin.
Acar da zanîn ku tundiya li ser jinê ne pirsgirêkeke herêmî ye û got: “Hinek dibêjinli bajarên Kurdan zêde ye. Bi zanebûn vê derewê tînin rojevê. Kesên ku wiha dibêjin, dixwazin xwe ji vê pirsgirêkê rizgar bikin. Mînak dozên em dişopînin li Sêrt, Îzmîr, Zonguldak û Konyayê berdewam dikin. Dîsa gelek li Stenbolê çêdibin.”
JI BER KU ÎSTÎHDAMA JINAN TUNE YE, PÊŞÎ LI HEVBERDANÊ TÊGIRTIN'
Bi ya Acar tundiya li ser jinê “girêdana xwe bi rêkûpêkiya pere jî heye” û ev tesbît kir: “Bêkariya jinan li Tirkiyeyê gihiştiye asteke wisa ku gava mirov li lîsteyan dinêre, em di nava welatê herî zêde paşketî de ne. AKP ji bo jinan îstîhdam pêk nayne. Yek ji sedemên ku pêşî li hevberdanê digire jî ev e; ji ber ku dizanin ku dê hevberdan rêjeya bêîstîhdamê zêdetir bike. Çi dike? Serî li rêbazên ku jin di nava malbata xwe de bimîne dide. Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn dikeve dewrê û hewl dide jinên hevberdanê dixwazin dest ji vê daxwaza xwe berdin."
Acar bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî kir ku berpirsyartiyan hilbigirin. Nunera Platforma Em ê Tundiya li ser Jinan Rawestînin Îlke Acar bang li jinan kir ku roja 25ê mijdarê dabikevin qadan û ji jinan xwest ku derbarê pirsgirêkên xwe û malbatê de serî li wan bidin.