BI DÎMEN

Ji bo bîranîna 3 şitlan li kolanên Hambûrgê lîstika şano

Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilirin, li kolaneke Hambûrgê lîstika şano hat pêşkêşkirin.

Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilirin, li kolaneke Hambûrgê lîstika şano hat pêşkêşkirin. Bi vê performansê re bal hat kişandin ser rola dewletên Tirkiye, Fransa û Elmanyayê ya di vê komujiya siyasî de û daxwaza 'ronîkirin û edaletê' ya 39 mehan hat dubarekirin.

Meclîsa Jinê ya Rojbîn, mîna her Çarşema destpêkê ya mehê de, duh jî li semta Altona mîtîngek lidar xist. Di çarçoveya mîtîngê de lîstikek şano hat pêşkêşkirin. Şanoger Bedîa Demîr beriya lîstikê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman, ku weke jineke Tirk salên dûr û dirêj e ew tevî Kurdan ji bo azadiyê têdikoşe. Demîr diyar kir, dema wê cara ewilî ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz dît, gelekî bandor li wê kiriye û got, "Sakîne Cansiz xwedî kesayetiyeke enternasyonal bû. Tevî zanebûna xwe, serbilind bû û bi baldarî nêzî hemû pirsgirêkên mirovahiyê dibû." Demîr da xuyakirin, ku Cansiz ew teşwîq kiriye ku li qada şanoyê projeyên xwe yên xweser bafirîne.

Lîstika şano ya li vê derê bi qasî 15 deqeyan dewam kir. Tevî Bedîa Demîr 2 Elman û 3 Kurdan di vê lîstikê de cih girtin.

HAMBÛRG