Jinên Ciwan ên Azad, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, li meydana Medborgarplatsen a Stockholmê kon vedan.
ANF
STOCKHOLM
sêşem, 27 rezberê 2016, 09:16
Ciwanan wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd û alên PKK'ê bi kon ve kirin û wêneyên ji komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê kirine, li pêşiya kon daliqandin. Ciwanan der barê çalakiya xwe de belavok belav kirin.
Ji Jinên Ciwan ên Azad Hêlîn Ûzel da xuyakirin, ku ew dixwazin pêşketina dîrokî ya li Rojava, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê dibe ser gelê Kurd bixin rojeva raya giştî ya cîhanê.
Ûzel da xuyakirin, ku nerazîbûna Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Swêdê li pêşberî tecrîdê û komkujiyan, gelekî qels e û got, "Weke ciwanên Jinên Ciwan ên Azad em ji hikûmeta Swêdê dixwazin ku nebe temaşeker û helwesteke zelal nîşan bide. Ciwanên Kurd bi biryar in, ku heta Ocalan azad bibe û statuya siyasî ya Kurdan bê naskirin, têkoşîna xwe bidomînin."
Ûzel diyar kir, çalakiya wan a kon wê heta îro danê êvarê dewam bike û bang li ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostan kir, ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê geş bikin.