Ji bo azadiya Celaliyan li Frankfûrtê çalakî

Ji bo azadiya Celaliyan a li zîndanên Îranê tê ragirtin, li Frankfûrtê çalakî hat lidarxistin.

Ji bo azadiya Celaliyan a li zîndanên Îranê tê ragirtin, li Frankfûrtê çalakî hat lidarxistin.

Meclîsa Jinê ya Amara ya li bajarên Elmanya Frankfûrtê û Komîteya PJAK'ê, ji bo azadiya girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan a li zîndanên Îranê tê ragirtin, çalakiyan lidar dixin.

Jinên ku ev du roj in li Meydana Haûptwache ya Frankfûrtê stand vekirine, belavokan belav dikin û îmzeyan kom dikin, duh li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Frankfûrtê çalakî lidar xistin.

Di çalakiyê de hat xwestin ku Celaliyan tavilê serbest bê berdan û belavokên bi zimanê Elmanî li ser mijarê hatibû amadekirin, hatin belavkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Ji girtiyên siyasî re azadî" bi dawî bû.

...