Ji Aysen Furhoff re azadî

Rêxistinên jinan ji bo Aysen Furhoff a ku bi armanca dîtina hevalek xwe çû Gurcîstanê û hat girtin, azadî xwest.

Tora Rêxistina Jinan, Meclîsa Jinan a Kurd a Amara, Yekîtiya Jinan a Bethnahrîn a Swêdê, Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan, Federasyona Elewiyan a Swêdê û Komeleya Asurî-Suryanî-Keldanî jî di nav de, 15 rêxistinên sivîl, daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ku penabera siyasî Aysen Furhoff a li Gurcistanê hatiye girtin, bê berdan.

Furhoff ku ji bo dîtina hevalek xwe çû Gurcîstanê û di 20’ê Hezîranê de bi daxwaza dewleta Tirk ji aliyê dewleta Gurcîstanê ve hat girtin. Furhoff ku di sala 2002’an de hat Swêdê û serlêdana penaberiyê kir, di 2004’an de hat qebûlkirinê. Girtina Furhoff rastî nerazîbûnên rêxistinên saziya sivîl hatin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Forhoff li Tirkiyeyê ji ber xebatên siyasî 5.5 salan di girtîgehê de maye û li girtîgehê rastî îşkenceyan hatiye. Hat bibîr xistin ku piştî Furhoff tahliye bûye ji bo xwe ji zextên Tirkiyeyê biparêze, hatiye Swêdê û daxwaza wê ya penaberiyê hatiye qebûlkirin.

Her wiha hat destnîşan kirin ku desthilatdariya AKP’ê ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê zextên xwe yên li ser gel berdewam dike, bi heman awayî li hemberî penaberên li derveyî welat dijîn jî Interpolê bi kar tîne. Di daxuyaniyê de wih hata gotin: "Di salên dawî de li ser daxwaza dewleta Tirk bi dehan parêzvanên mafên mirovan û penaberên siyasî yên welatên Ewropa tên girtin."

Hat diyarkirin ku gelek şoreşger û welatparêzên ku statuya penaberiyê qezenc kirine, bi binpêkirina Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 1951’ê re, tên girtin. Di daxuyaniyê de îmzeyên van rêxistinan hene.

Tora Rêxistina Jinan, Meclîsa Jinan a Kurd ya Amara, Yekîtiya Jinan a Bethnahrîn a Swêdê,  Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan, Kurdocîde Wathc CHAK, Federasyona Elewiyan a Swêdê û Komeleya Asurî-Suryanî-Keldanî, Komeleya Diyaloga Navneteweyî,, Komeleya Çand û Hunerê ya Swêd-Tirkiyeyê, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Tirkiyeyiyan a Swêdê, Komeleya Kurd a Borlange, Komeleya Piştevaniya Mezopotamyayê ya Stocholmê, Navenda Çanda Mezopotamya û Komeleya Çand û Aktîvîteyan a Tavderê.