Ji 50’yî zêdetir rêxistinên jinan piştgirî dan meşa Parîsê

Ji 50’yî zêdetir rêxistinên jinan piştgirî dan meşa Parîsê

Ji welatên cuda  yên cîhanê ji 50’yî zêdetir rêxistinên jinan, ku di nava wan de parlementer û senator jî hene nêzî 100 nûnerên jinan, daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê kirin û banga tevlibûna meşa Parîsê ya bo her sê siyasetmedarên kurd kirin.

 Ji 100’î zêdetir nûnerên jinan, piştgirî dan banga ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Cenî-Kurd a Jinan û daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniya bi ser navê ‘Em ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê’ edeletê dixwazin’ hat gotin ku ji du mehan heta niha jin li bende edeletê ne û ev bang li Fransayê kirin:

KOMKUJIYÊ RONÎ BIKE DAWÎ LI ZEXTAN BÎNE

-Bila hemû aliyên siyasî yê komkujiyê ronî bibe, hêzên pişt kujeran aşkera bibe

-Peymana ku Fransayê bi Tirkiyeyê re kiriye ya ku kurdan krîmînalîze dike bila bê betalkirin

-bila zextên li ser kurdan yên li Fransayê bi dawî be, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

-Fransa bila piştgiriyê bide dîaloga di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirk Û piştgiriyê bide çareseriyê

JI BO MEŞÊ BANG

Jinan bi van daxwazan ji bo meşa 9’ê Adarê ya Parîsê banga tevlibûnê li jinan kir.

Rêxistinên daxuyanî dan ji wan hinek wihane:

Yekitiya Jinên Navnetewî (IWA);

Enstîtuya Lêkolîna Civakî ya Welatên Bask  GITE-IPES Bilbao

Tevgera Jinan a Kibrisê POGO;

Partiya Jinan a Femînîst ya Alman DIE FRAUEN,

Federasyona Jinan a Demokratîk ya Navnetwî (FDIF-WIDF);

Tevgera Jinan a Fîlîpînan GABRIELA;

Tevgera Jinan a Demokratik ya Ewropayê  (ADKH);

Navenda Jinan a Navnetewî ya Roma û Komeleya Jinên Reşik

Însiyatîfa Femînîst a Swêdê (FI),

Femmes Solidaire û Solidarite & Liberte,

Însiyatîfa Femînîst a Ewropayê IFE-EFI;

Ji Lubnanê Yekitiya Çalakiya Jina a Wardah Boutros- Egalité

PARLAMENTER Û SENATORÊ SWÎSREYÎ Û BOLÎVYAYÊ JÎ HENE

Her wiha ji parlamentoya Bolîvyayê 15 parlamenterên jin, 13 senator û ji Parlamentoya Ekvador jî 12 parlamenteran piştgirî dan daxuyaniyê.

Parlamentera Parlamentoya Swêdê û endama heyeta OSCE Margareta Cederfelt

Dîrektora Yekitiya Nivîskarên li Surgunê Jennîfer Langer

Dîrektora WPD ya jinên bîh ya li Îngîlîtanê faliyteê dimeşîne Margaret Owen,

Nûnerên  Yekitiya jinan a navnetewî ya ji bo aştî û azadiyê –WILPF Patrizia Sterpetti û Martha Jean Baker jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Meşa di 9’ê adarê li Parîsê pêk tê dê saet di 10.00’an de ji ber Navenda Enformasyon a Kurditanê (CIK) dest pê bike.