Ji 1919'an heta roja me ya îro jinên Afgan...

Li Afganîstanê ji ber şerê tê jiyîn, jin ji hemû mafan bêparin, zarok baş nayên xwedîkirin, dibistan girtîne. Jin tên sansurkirin, muzîk qedexe ye. Ev rewş bi taybet ji 2001’ê heta niha li rûyê mirovahiyê dikeve.

Li Afganîstanê ji ber şerê tê jiyîn, jin ji hemû mafan bêparin, zarok baş nayên xwedîkirin, dibistan girtîne. Jin tên sansurkirin, muzîk qedexe ye. Ev rewş bi taybet ji 2001’ê heta niha li rûyê mirovahiyê dikeve.

Nifûsa welat 26 mîlyon e, 13 mîlyonê wê jin in. Penaberên Afgan bi 3.6 mîlyonî koma herî zêde ya penaberên cîhanê ye.

Têkoşîna jinên Afgan digihêje berê. Behsa wekheviyekê neyê kirin jî, demekê jin li hemû qadên kar dixebitin, dikarin biçin dibistanan, bibin parlamenter û wezîr. Çarşef li xwe nedikirin. Di salên 80’ê de rêxistinên Îslamî derket holê.

Ji sedî 90’ê Afganîstanê li ser erdnîgariya bejayî ava bûye. Ji sedî 98’ê nifûsa welat bû musliman. Di serê sedsala 20’an de ev xak yek ji herêmên dawî ya derbasî Îslamiyetê bûye.

Afganîstan bi sedsalene bi şerên ku emperyalan daye destpêkirin re, têdikoşe. Di 1838’an de îngîlîzan herêm dagir kir û sê salan berdewam kir.

Ev welat di 1978’an de dîsa bû mijara hewesên emperyalên Rûs û Îngîlîzan. Îngîlîzan çi kir jî xwe li Afganan ferz nekir.

KOMELEYA JINAN A YEKEM DI 1919’AN DE AVA BÛ

Îngîlîzan di 1919’an de Kabîl bombebaran kir. Serdestê nû yê Afganîstanê Emanullah Han, ferz kir ku Îngîlîz serxwebûna kraliyeta Afgan nas bikin.

Di 1919’an de ji aliyê kral Emanullah ve yekem komeleya jinan a bi navê ‘Etehadiayê-Emayatî-Zanan’ hat avakirin. Nêzî 50 endamên wê hebûn. Piştî demekê ji bo pêşketina jinan ‘Komîteya Kobra’ ya navê Madam Cobra lê hat kirin, hat avakirin. 22 endamên wê hebûn. Ji bo zarokên keç dibistana ‘Masturat’ hat avakirin. Bi 50 xwendekarî dest pê kirin, di demek kurt de 800 xwendekarî qeyda xwe lê kir.

Di 1921’ê de yekem kovara jinê ya heftane ‘Erşadê Naswan’ dest bi weşanê kir. Kovar ya Komeleya Piştevaniya bi Jinê re bû. Pisgirêkên jinan digirt dest. Dîsa nexweşxaneya yekem a jinê û dibistana hemşiretiyê hat vekirin.

Di salên pêş de Îngîzan Kral Emanullah wek tehdîd dîtin. Serhildan teşwîq kirin. Di 1929’an de Kral ji desthilatdariyê ket. Qezencên jinan demekê sekinîn. Di 1931’ê de qezencên jinan berdewam kirin.

DI DESTÛRA BINGEHÎN DE WEKHEVIYA JIN Û MÊR

Di 1964’an de di destûra bingehîn ya Afganîstanê de mafê dengan dan jin û mêr. 4 jin di hilbijartinên giştî de ketin Meclîsa Neteweyî. Di qanûnan de dihat gotin ku jin û mêr wekhevin. Perwerdeya zarokên keç û xort ferze. Di vê demê de dibistanên seretayî û lîse hatin vekirin. Di 1980’ê de ev qanûn li seranserê welat ket pratîkê. Di 1965’an de yekem car jinek bû wezîr. Bû wezîra tenduristiyê.

Dîsa jin di meclîsên gundan de cih digirin. Têkildarî pêşeroja civakan de kêm be jî mafê gotina wan hebû.

DI DEMA DAGIRKIRINA SOVYETAN DE MAFÊ JINAN PÊŞ KET

Di dema jin xwedî maf bûn de Sovyet serdest bûn. Di 1979’an de piştî Sovyetan dagir kir şûnde, Jinên Afgan mafên mezin bidest xistin. Piştî Artêşasor Afganîstan dagir kir şûnde di 20 salan de civaka Afgan guherî. Bi taybet jî di alî pêşketina jinan de geşedanên girîng hatin jiyîn.

Lê vê rewşê têr nedikir ku serê hilweşîn û karasetên sovyetan bê girtin. Artêşa Sor heta 1989’an de ji sedî 70’ê welat hilweşand, piranî nifûs koçber bû û hemû welat mayîn kir.

Li bajarê di bin kontrola hikûmetê de geşedanên cuda hatin jiyîn. Hejmara jinên bajarî du qat bû. Ji ber mirina mêran û leşketiyê hejmara jinan zê de bû. Pergala hikûmetê rê li ber pêşketina jinan vekir. Bi hezaran jin bûn xwendekarê zanîngehê, memur û aktîvîst. Heta salên 90’ê ji sedî 40’ê doktoran jin bûn. Bi taybet li herêmên bejayî doktorên jin dihatin xwestin. Li Zanîgeha Kabîlê ji sedî 60 mamoste jin bûn. Ji sedî 65 xwendekar, jin bûn. Cihê dadgehên şerîatê, dadgehê malbatê girtin.Di her qadê de hejmara jinan zêde bû.

Li dijî mucahîdan jinan çek girtin û şer kirin. Di 1986’an de ji her 7 berpirsênleşkeran 4 heb jin bûn. Dihat gotin rejîmê çek daye 15 hezar jinî. Hemû endamên Partiya Demokratîk a Gel perwedeya çekê girt.

Bêewlebûn û xetereyên van şeran rê li ber vekir, rê li ber bilindbûna îslamiyetê vekir. Yekem car li bejahiyan bedena jinê li çarşefan hat pêçan.

PAKÎSTAN Û ROJAVAYIYAN TALÎBAN DERXIST HOLÊ

Di navbera1992-1996’an têkçûna sovyetan û piştî mucahîdan Kabîl girtin dest şerekî navxweyî destpê kir. Hêzên derve û Pakîstanê destek dida mucahîdan. Beşeke mezin a paytextê koç kir. Yên man jî rastî zextan hatin. Ji sêyan duyê welat di destê Talîban de bû. Talîban hemû pîrozbahî û lîstik qedexekirin.

Hîna jî li hemû qadên kar jinan cih digirt. Rastî zextan nedihatin. Perwerdeya keç û xortan dihat teşwîqkirin. Lê damezrînerê Hîzb-Îslamî Gulbeddîn Hîkmetyar Kabîl bombebaran dikir û hildiweşand.

TALÎBANAN JIN KIRIN KOLE

Piştî Talîbanan welat xist bin kontola xwe jin dîsa ketin statuya koletiyê. Di navbrea komên etnîk de komkujî, îşkence û tecawiz hat jiyîn. Tenê li Kabîlê 50 hezar zêdetir kes mirin.

Amerîkayan êrîşên 11’ê îlonê hincet nîşan da û êrîşê Afganîstanê kirin. Talîban ji desthilatdariyê ket. Rejîma ket şûna wê jî xwe dispart axayên şer yên salên 90’î.

Ji ber şer bi hezaran mêr hatin kuştin. Li vî welatî ji 60 hezarî zêdetir jin bî man.Ev jin neçar man li 200 hezar zarokî binêrin. Mafê wan yê xebatê tine, alîkairya hikûmetê tinebû.

Piştî 2001’an şûnde hinek pêşketin çêbûn. Di 2015’an de li parlamentoya Afganîstanê temsiliyeta jinan ji sedî 27.7 bû. Rojnameger, polîsên jin hene. Hejmara xwendekaran ji sedî 40 keçin.

Her çiqas ev pêşketin hebin jî zîhniyeta desthilatdar bi wekheviya jin û mêr bawer nake. Li dijî şîdet û kuştinên jinan îro pir kêm bertek tê nîşandan. 

...