Îranê parêzvana mafê mirovan a Kurd serbest berda

Îranê parêzvana mafê mirovan a Kurd serbest berda

Rejîma Îranê parêzvana mafê mirovan a Kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Beyazîdî serbest berda.

Parêzvana mafê mirovan a Kurd Zeyneb Beyazidî 9ê tîrmeha 2008, li Mehabadê ji ber ku tevlî kampanyaya “ji bo guhertina yasayên cûdakar ên Îranê milyonek îmze bû” hatibû girtin serbest hat berdan.

Parêzvana mafê mirovan Beyazidî endameke çalak a Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ye û bi hinceta “li hemberî komara Îslamî ya Îranê rabûye” hatibû girtin. Beyazidî tevî girtiyên in ên Kurd sala 2010 dest bi greva birçîbûnê kiribûn.