Hate îdiakirin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jina bi navê Emîne Baş ya ku diçû dibistana amadeyî înthar kir. Jina ku tê îdiakirin întîhar kir, ligel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Emîne Baş ya 19 salî ku li taxa Firatê ya Nisêbînê rûdinişt û diçû pola dawî ya dibistana amadeyî hat îdiakirn ku, bi ben xwe daliqand û întîhar kir. Emîne Baş ya ku ji aliyê malbata wê ve rakirin nexweşxaneyê, ligel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî Baş jiyana xwe ji dest da, ji ber ku dozger rapora otopsiya dereng amade kir welatiyan bertek nîşan da. Cenazeyê Baş ji bo otopsîyê şandin saziya Tiba Adlî ya Amedê.