HPG: Dagirkerek hate cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 4 jî birîndar bûn. 2 çeper hatin îmhakirin, droneyeke hate xistin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Îlonê saet di 10:18'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Îlonê saet di 09:40'î û 10:00 de li hemberî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 3 dagirker birîndar bûn.

10'ê Îlonê saet di 14:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

10'ê Îlonê saet di 16:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11'ê Îlonê saet di 05:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

11'ê Îlonê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li tunelên me yên şer bibarînin, bi sabotajê çalakî hate kirin.

Li Herêma Xakurkê;

10'ê Îlonê saet di 08:40 û 10:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin 2 caran bi eçkên giran li dagirkeran hate xistin. Çeperek hate îmhakirin.

11'ê Îlonê saet di 07:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

10'ê Îlonê saet di 12:50'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek hate xistin.

10'ê Îlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Heftanînê;

1'ê Îlonê saet di 17:40'î de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên hewl didan daran bibirin bi çeçkên giran çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10, 11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

10, 11 û 12'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Qele, Lolan, Berbizinê, Girê Mesken, Kendekola 13 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Girê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10, 11'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolanê 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 3 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."