Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Zeynep Kinaci (Zîlan) ji bo jinan mînakeke girîng temsîl dike û destnîşan kir ku piştî çalakiya Kinaci tevlîbûna jinan a li têkoşîna azadiyê zêde bûye.
Hozat bal kişand êrîşên derve û hundir ên salên 1992-93 heta 1996'an û got, "Tevgera me bi pêvajoya tinekirinê re rû bi rû bû. Êrîş û hewldanên hundir û derve, dixwest vê pêvajoyê bibin serî. Di pêvajoyeke bi vî rengî de armanc ev bû: Eger Rêberê Tevgera Azadiyê ya Kurd were tesfiyekirin, di çarçoveya konsepteke ewçend berfireh a êrîşê de, ev tevger jî dikare ji holê bê rakirin."
Hozat diyar kir ku armanca tinekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û bibîr xist ku ji bo vê yekê jî di 6'ê Gulana 1996'an de li cihekî nêzî Dibistana Perwerdeyê ya li Şamê, bombeyeke ji hezar tonî hat teqandin.
'ÇALAKIYA ZÎLAN KOMPLO PÛÇ KIR'
Hozat teqîna li Şamê bi vî rengî nirxand: "Li gorî îstîxbarata wan, Rêber Apo wê wê rojê li dibistanê bûya û tevî Rêbertî wê dibistan bi temamî bihata rûxandin. Lê belê di îstîxbarata wan de kêmasiyek hebû. Bombe li cihekî nêzî dibistanê teqiya. Zerareke mezin da dibistanê. Bi awayekî rasthatî Rêbertî hingî li dibistanê ne amade bû. Bûyer, mîna ku hat plankirin, pêk nehat. Ji bo bersiva herî baş ji vê re were dayîn, di 30'ê Hezîrana 1996'an de hevala Zîlan bi çalakiya xwe da. Çalakiya fedaî ya hevala Zîlan, nerazîbûn û bersiva li komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me bû. Çalakiya hevala Zîlan ev komplo pûç kir."
'KESÎ NIZANÎBÛ KESEKE BERÎ SALEKÊ TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BÛBÛ'
Hozat bi vî rengî behsa Kinaci kir: "Hevala Zîlan beriya tevlî nava tevgerê bibe, jineke xebatkar a di nava têkoşînê de bû. Miroveke dûrî têkoşînê nebû. Welatparêz bû, miroveke di nava têkoşînê de cih digirt bû. Weke jinekê xwedî lêgerîneke xurt a azadiya jinê bû. Zewicî bû, lê belê têkiliyeke malbatî ya ji rêzê nebû. Her tim rastiya malbata kevneşop lêpirsîn dikir. Ji aliyê kevneşopî ve jiyaneke xwe ya taybet tinebû. Kûrbûna wê li ser têkoşîn û jiyana azad bû. Lewma dibe ku gerîlayeke salekê bû, lê meşa wê ya azadiyê beriya bi salan bû. Bi xurtî xwe gihand gerîla. Li ser vê bingehê gelekî xurt bû. Hevala Zîlan dema çalakî lidar xist, xwedî tevlîbûneke salekê bû. Lê kesî nizanîbû. Bi sekin, tevlîbûn û rêbaza kûrbûna xwe re gelekî cuda bû. Hevaleke gelekî zane bû. Hişmendiya wê ya dîrokî gelekî xurt bû. Hişmendiya wê ya azadiyê gelekî xurt û kûr bû."
Hozat got, "Bi sekin, şêweyê têkiliyê, uslûb, hêza xwe ya nirxandinê, hêza xwe ya analîzê, bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê, cîhana xwe ya kûr a hestan û manewiyata xwe re bandoreke kûr li min kir" û destnîşan kir ku tespîta "Tevger di nava rewşeke xetimandî de ye, komploya navneteweyî tê kirin, komplo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef digire, dixwaze Tevgera Azadiyê bi temamî ji holê rake" ya Zîlan e.
'WÊ BI XWE ÇALAKÎ PLAN KIR, RAPORA XWE NIVÎSAND...!
"Hevala Zîlana plana çalakiya xwe bi xwe kir. Rapora xwe amade kir, israr kir, lê pêşniyara wê nehat qebûlkirin. Pêşniyara wê pêşkêşî Rêbertiya me hat kirin, lê Rêbertî qebûl nekir. Bi israr ev pêşniyar careke din kir rapor û pêşkêş kir. Bi israr anî ziman ku çalakiyeke bi vî rengî wê rê li ber encamên dîrokî veke, tevgerê ji van êrîşên giran rizgar bike û vê konseptê pûç bike. Ji kûrahiyê ve ev yek jiya. Bi israr nêz bû û di encama van hewldanên wê de pêşniyara wê hat qebûlkirin. Heta dawiyê wê bi xwe di nav de cih girt. Çû, li cihekî nêzî navenda Dêrsimê ma, keşif kir. Dûre çû navenda Dêrsimê, wextekê li navendê ma. Çû ciyê çalakiyê lê pêk bîne, ew der bi xwe şopand, bi rojan şopand, keşif kir, prova wê kir û çû çalakî pêk anî."
'HEVALA ZÎLAN XWE BI XWE VEDIBÊJE'
Hozat ragihand ku çalakiya Zîlan vegotina bîr, bawerî û vîneke gelekî xurt e û got, "Li cihekî weke Dêrsimê ku tedbîrên tund ên ewlekariyê lê hatibû wergirtin, li cihekî ku serê her mirovî sê-çar polîs li derdorê hebû, bi rojan ma, amadekariya çalakiyê kir û çalakî pêk anî. Ev yek dîsîplîneke mezin a gerîla ye. Vîneke bi heybet e. Zanebûneke gelekî mezin e. Biryardariyeke xurt e, rewşeke ji rêzê nîne. Ev ji cesaretê wêdetir e. Vegotina vîn û baweriyeke pir pir xurt e. Ev rastî kesayet, karaktera hevala Zîlan bi awayekî vekirî vedibêje."
'PIŞTÎ ÇALAKIYA ZÎLAN TEVLÎBÛNA JINAN ZÊDE BÛ'
Hozat da xuyakirin ku çalakiya Kinaci herî zêde bandor li Kurdên Elewî kiriye û got, "Hevala Zîlan bi xwe jineke Kurd a Elewî bû. Vê çalakiyê herî zêde bandor li Kurdên Elewî kir. Bi taybetî jî bandor li Dêrsimê kir. Bandor li jinên Dêrsimî kir. Rê li ber hişyarbûneke gelekî mezin vekir. Polîtîkayên dijmin bêhtir hat fêmkirin. Zanebûneke mezin derket holê."
Hozat destnîşan kir ku nîşandana vîn û cesareteke bi vî rengî ji aliyê jinekê ve bandoreke xurt li jinan kir û got, "Berê jinan da têkoşîna azadiyê. Piştî çalakiya hevala Zîlan, tevlîbûna jinan li nava refên têkoşîna azadiyê zêde bû. Rê li ber hişmendî û hişyarbûneke xurt a jinê vekir. Jinan xwe gihandin tevgera azadiyê, têkoşîna azadiyê ya jinê."