Heyeta KOM’ê li Pirsûsê lêkolîn kirin

Heyeta Meclîsa Azadiya Jinan piştî Licê, li Pirsûsê li cihê êrîşa bombeyî ya roja 20’ê Tîrmehê pêk hat lêkolîn kir.

Heyeta Meclîsa Azadiya Jinan piştî Licê, li Pirsûsê li cihê êrîşa bombeyî ya roja 20’ê Tîrmehê pêk hat lêkolîn kir.

Meclîsa Azadiya Jinan (KOM)’ê li dû  lêkolînên li deşta Fîsê ya girêdayî navçeya Licê ya piştî pevçûnên 26’ê Tîrmehê leşkeran herêm da ber guleyan û şewat derketibû, îro li navçeya Pirsûs a Rihayê li cihê ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kirin.

Heyeta KOM’ê ya di nav de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Prof. Dr Beyza Ustun, Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Sema Koç, Gulsum Agaoglû, Nîmet Tanrikûlû, Necla Koroglû, Ulku Baytaş, Ezra Elbîstan, Parêzer Gulay Koca û Bedriye Yorgûn jî hene, Hevşaredara Pirsûsê Zûhal Ekmez li cihê wê ziyaret kirin. Der barê komkujiya 20’ê Tîrmehê ya di encamê de 31 kesan jiyana xwe ji dest da de agahî wergirtin.

Heyeta jinan piştre derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê ya cihê komkujî lê pêk hat bû, li vir lêkolîn kirin, bi şahidên bûyerê re axivîn.

Heyeta Meclîsa Azadiya Jinan piştî lêkolînên îro wê ji Pirsûsê veqete, çavlirê ye heyeta KOM’ê lêkolînên xwe yên der barê bûyerên Licê û Pirsûsê de bike rapor û ji raya giştî re pêşkêş bike.