'Her jin dikare çarenûsa xwe biguherîne'

Gerîlaya HPJ'ê Avesta Cûdî bang li wan jinan kir ên li nava dîwarên civakeke zayendîparêz hepis bûne û got, "Her jin xwedî wê hêzê ye ku çarenûsa jê re hatiye destnîşankirin biguherîne."

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê (HPJ) Avesta Cûdî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê, bi taybetî li dijî jinan bi rêya polîtîkayên şerê taybet hewl didin encamê werbigirin, lewma her tim êrişî gelê Kurd dikin.

Gerîlaya HPJ'ê Avesta Cûdî bang li jinan hemûyan kir, bi taybetî jî li jinên Merîwan, Sine, Ûrmiye û Kirmaşanê, ku li dijî desthilatdarî û dagirkeriya dewletên serwer serî hildin û li hemberî vî şerê qirêj ku armanca xwe tunekirina Kurdan hemûyan e, baldar bin.

Avesta Cûdî bi dewamî got, "Dibe ku îro li Başûrê Kurdistanê şerekî gerim heye. Lê ev nayê wê wateyê ku rejîma Îranê polîtîkayên taybet ên qirkirinê nameşîne. Divê jinên Rojhilatê Kurdistanê baş zanibin ku rejîma Îranê pir bi ziravtî polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Lewma weke jineke şoreşger bang li jinên Rojhilatê Kurdistanê hemûyan dikim; werin em bi hev re li dijî van polîtîkayên qirkirinê rawestin."

Avesta Cûdî bal kişand ser cudahiya navbera jiyana gerîla û jiyana civakê û got, "Jin di nava civaka me ya îro de di bin zext û zordariya zilam de hatiye çewisandin. Mafê herî xwezayî ji destê jinê hatiye girtin. Tevgera Azadiya Jinê jî li hemberî vê ferasetê, jiyaneke ku azadiyê dibexşe, diafirîne. Min bi xwe zîhniyeta serdest a mêrsalarî qebûl nekir û tevlî nava Tevgera Azadiyê bûm. Ji ber vê yekê li şûna temenekî dirêj li nava jiyaneke çewisandî mirov 10 salan bi rengekî azad û bi rûmet bijî çêtir e. Her roja em li van çiyaya ne berdêla bi salan e."

Gerîlaya HPJ'ê Avesta Cûdî bang li wan jinan kir ên li nava dîwarên civakeke zayendîparêz hepis bûne û got, "Her jin xwedî wê hêzê ye ku çarenûsa jê re hatiye destnîşankirin biguherîne."