HDP wê berê gel bidin sindoqên tên vegûhestin

Siyasetmedarên jin anîn ziman ku pêkanîna vegûhestina sindoqên dengên HDP’ê lê pir in ên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hatin kirin wê bê vala derxistin û banga destekê ji gel hate kirin.

Li bajarên Kurdan ji aliyê Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) ve bi giştî li 19 bajaran sindoqên ku 144 hezar kes bi kar tînin hatin vegûhestin. Yek ji van bajaran jî Amed e û li 7 navçeyên Amedê li 66 taxan sindoq ji bo herêmên polîs û cerdevanan lê ne hatin vegûhestin.

‘SINDOQAN VEDIGÛHÊZIN CIHÊ POLÎS Û CERDEVAN LÊ NE’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Peyasê Songul Kapanci ya ji Jin Newsê re axivî, got ev biryarek siyasî ye û wê xwedî li dengan derkevin. Songulê wiha got: “Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin serî li her rê didin. Bi taybet sindoq birine herêmên polîs û cerdevanan. Sedema vê ew gel bikin fikaran û nehêlin dengan bi kar bînin.”

‘EM Ê DENGDÊRAN BI WESAYÎTÊN XWE BIBIN SER SINDOQAN’

Kapanci di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de zextên li ser jinan zêde bûne û di du salên dawî de şîdet li gorî salên borî ji sedî 100 zede bûye. Kapanci diyar kir ku dema gel diçe se sindoqê bila dayika Taybet û Cemîleyê ji bîr nekin. Em ê bi wesayîtên xwe dengdêran bibin ser sindoqan.

‘EM PIŞTGIRIYÊ JI WELATIYÊN WESAYÎT HENE DIXWAZIN’

Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Meryem SÛna jî got li dijî vegûhestina sindoqan xebatên wan hene û wiha pêde çû: “Em ê vê hewldana wan vala derxînin. Em ê destûrê nedin lîstikên AKP'ê. Çi dibe bila bibe wê gelê Amedê biçe dengên xwe bikar bînin. YSK’ê got ji bo kar û barê bikaranîna dengan hêsan bibin wisa dikin. Lê tiştek ji bîr kirine heye; gel wê nehêle dengên wan bên dizîn. Em ji welatiyên ku wesayîtên wan hene piştgiriyê dixwazin. Bila welatiyan bibin ser sindoqan.”