HDP’a Colemêrgê: Rûspî dixwazin ser êrîşa zayendî ya li dijî zarokan bigirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku ‘rûspî’ dixwazin ser êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 4 salî bigirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê û bûyera êrişa zayendî ya li navçeya Rûbaroka Colemêrgê li hember zarokekê pêk hatibû li ber avahiya HDP’a Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê û gelek rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê Selcan Saygi daxuyanî xwend. Sayig diyar kir ku AKP êdî hebûna jinan qebûl nake, Peymana Stenbolê tenê jinan eleqedar nake tevahiya civakê eleqedar dike, ev peyman zarokan û jinan diparêze û ew ê destûr nedin ku ev peyman ji holê were rakirin. Saygi anî ziman ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tundî, destdirêjî, êrişên zayendî û kuştina li hember jinan û zarokan zêde bûye. 

Saygi bi bîr xist ku li navçeya Rûbaroka Colemêrgê di 18’ê Gulanê de zarokekî 4 salî bi êrişa zayendî ya li dijî Tacettîn G. re rûbirû maye û “rûspî” dixwazin ser vê bûyer û gelek bûyerên wek vê bigirin û lê ew ê bibin şopdarê van dozan. 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.