Hatîceya 15 salî ji aliyê malbata xwe ve hatiye kuştin

Hatîceya 15 salî ji aliyê malbata xwe ve hatiye kuştin

Hate îdiakirin ku Hatîce Daşli (15) ya ku hefteya borî cesedê wê di çemê Êlihê de hat dîtin û 4 mehî ducanî bû ji aliyê malbata wê ve hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxisin hefteya borî jina bi navê Hatîce Daşli ya 15 salî ku cesedê wê di çemê Êlihê de hat dîtin û derket holê ku 4 mehî ducanî ye, bi zorê hatiye zewicandin û piştî salekî zewicandî dimîne vegeriyaye mala bavê xwe.

Hate îdiakirin ku Hatîce Daşli ji ber ku di encama tecawîzê de ducanî maye ji aliyê malbata wê ve hatiye kuştin. Di encama lêpirsîna ku polîsan kiriye kalê Hatîce Daşli, G.D û apê wê H.D û E.D bi îdiya ku Daşli kuştine hatin girtin.