Guven: Çalakvanên fedayî tecrîd şikand

Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven a peyamek bi dîmen ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a Navneteweyî şand re got: “Tecrîd bi saya çalakvanên çalakiyên fedayî pêk anîn ve hate şikandin.”

15’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a Navneteweyî li Leverkûsenê bi axaftina komîsyona amadekariyê ve destpê kir.

Tevera Jina Kurd a Elmanya (YJK-E), Buroya Aştiyê ya Jinan û Meclîsa Jinan a Şehîd Nûcan kesên tevlî festîvalê bûn silav kirin.

Piştî ku Serenat Ergican derket ser dika festîvalê û şûnde Peyama Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo festîvalê hatibû şandin hate nîşandan.

GUVEN ŞEHÎD BIBÎR ANÎN

Guven got: “Di serî de dayikan, hemû jinan û hevrêyên xwe bi rêzdarî silav dikim.”

Guven da xuyakirin ku bi hev re kombûna jinan a di Festîvala Jinan a Zîlan de weke xeyalane û destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi saya çalakiya fedayî ya 9 şoreşgeran hatiye şikandin.”

Guven bibîr xist piştî salan karî agahî ji Ocalan bigirin û ev got: “Van hevrêyan barê herî giran rakirin, gihiştin şehîdbûnê. Pêngav bi saya van şehîdan gihişte armanca xwe. Bi rastî jî para herî mezin a serketina vê pêngavê bi saya van hevrêyan bûn.

‘JI BO SIBEROJA XWE DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIKIN’

Guven da xuyakirin ku ji roja yekem a çalakiyên grevên birçîbûnê Kurdên li Ewropayê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha pêde çû: “Dema me dest bi çalakiyê kir me dabû diyarkirin ku ev direng mane. Me jinên Kurd kiribû hedef ku tecrîdê bişkênin. Ji bo siberojeke hê bi aramtir û baş, em ê têbikoşin.”