Gokkan: Mudaxeleyî yekîtiya Kurdan tê kirin

Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan, operasyona dewleta Tirk a li dijî Xakurkê daye destpêkirin nirxand û diyar kir ku ev operasyon tiştekî ji rêzê nîne, armanca operasyona mudaxelekirina yekîtiya Kurdan tê kirin.

Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan, operasyona dewleta tirk a li dijî Xakurkê daye destpêkirin nirxand û diyar kir ku ev operasyon tiştekî ji rêzê nîne, armanca operasyona mudaxelekirina yekîtiya Kurdan tê kirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li dijî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê ku navê ‘pençe’ lê kiribû û di 27’ê Gulanê de destpê kiribû, didome. Êrîş di dema ku serokomar û serokwezîrên Iraqê bi Erdogan re hevdîtin dikir û serokê Herêma Federal a Kurdistanê dihat hilbijartin, pêk hat. Tevî vê, bêdengiya DYA û Îranê jî nîşan dide ku êrîş di encama lihevkirineke navneteweyî de pêk hatiye.

‘ÊRÎŞ LI SER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ PÊK TÊ’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, operasyona dewleta Tirk a li dijî Xakurkê daye destpêkirin nirxand. Gokkan anî ziman ku êrîş li ser kijan parçeyê Kurdistanê hebe, zirerê dide tevahiya gelên Kurdistanê û bi taybetî jî zirara mezin dide jinên Kurd. Gokkan da zanîn ku ji destpêka dîrokê herdem êrîş li ser xaka Kurdistanê pêk hatiye û wiha axivî: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û Ergenekona ku piştgiriyê dide wan, hê jî di bêçareseriyê de israr dike. Dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Li aliyekî Birêz Ocalan pêşniyarên çareseriyê dike, li aliyê din li dervê sînor Herêma Federal a Kurdistanê operasyona leşkerî lidar dixin. Herêma Federal a Kurdistanê axa welatekî din e. Ne hewşa Tirkiye ye. Di encamê de axa welatekî din dagir dikin. Navê vê yekê bi awayekî fermî û fîlî dagirkerî ye. Niha êrîş li ser parçeyekê pêk nayê, êrîş li ser çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Dewletên dagirker parçeyên Kurdistanê yên dagirkirine li dijî parçeyên din yên Kurdistanê bikartînin. Ji bo vê yekê êrîş li ser tevahiya Kurdistanê pêk tê.”

‘DIXWAZIN KURD BERA HEVDÛ BIDIN’

Gokkan da zanîn ku hemû zindiyên li ser axa Kurdistanê dijîn ji aliyê dewleta Tirk ve tên bombebaran kirin û wiha pêde çû: “Êrîş tenê li ser xaka Kurdistanê û Kurdan nayê kirin. Êrîş li ser tevahiya zindî, ol û baweriyan tê kirin. Li ser vê axa pîroz baweriyên cuda û çandên cuda jiyan dikin. Operasyona Xakurkê ne operasyoneke ji rêzê ye. Armanca operasyonê girtina tepeyekî, çûyîna wir, koordînekirina şer û belavkirina şer e. Dixwazin mudaxileyî yekîtiya Kurdan bikin. Dixwaze di şer di navbera Kurdan, şerê birakujiyê de rola xwe bilîze. Pêşengiya vê yekê dike. Piştî Efrîn û Kerkûkê niha jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê operasyona Pençeyê bike. Dewleta Tirk dixwaze dixwaze li 4 perçeyên Kurdistanê Kurdan bera hevdu bide û rageşiyê têxe nava gelên Kurdistanê. Li hemberî van êrîşan divê berxwedanek siyasî, çandî, civakî, ekolojî û aborî bidin. Em weke TJA hemû cûre êrîşan şermezar dikin û banga xwedîderketinê dikin.”

‘DIVÊ BARZANÎ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYA KURD GAVAN BAVÊJE'

Gokkan bilêv kir ku divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê xizmeta polîtîkayên şer ên Tirkiye neke û got: “Em bang dikin û dibêjin, axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin. Divê hûn xwedî helwestek bin. Divê Birêz Neçirvan Barzani ji bo yekîtiya Neteweya Kurd rol bilîze. Divê bingaha yekîtiya Kurd avabike. Rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet e. 40 sal in heman rêbaz tên bikaranîn, lê tu encam nayên girtin û vê carê jî tu encam nayê girtin. Divê Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê baş bizane, eger yekitî tunebe, azadî tuneye. Ev yek ji aliyê tevahî siyasetmedarên Kurd ve jî baş tê zanîn. Çima baş tê zanîn? Ji ber ku pergala Irak, Îran, Suriye û Tirkiyê ya nîjatperest hemane. Bila Başûr bîne bîra xwe, ji bo PDK û YNK li hev bikeve Irak û Îranê li hev kirin û bi salan şerê birakûjî pêk hat. Dewletên dagirker saziyên Kurdan li hemberî saziyên Kurdan didin xebitandin. Hêzên dagirker di aliyekê tenê de êrîşî Kurdan nakin, bi awayek topyekûn êrîş dikin û hemû deskeftiyên Kurdan ji bo xwe dikin hedef.”