Girtiyên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehan, ji ber dema hevalên wan ên girtî ketin greva biçîbûnê kesên li derve piştgiriya xwe anîn ziman, spasiyên xwe ji gel re anîn ziman û wiha gotin: "Me xwest em bang li hêzên xwedî wijdan bikin ku ji kes û hêzên xwe dikin xweda û bi gotinên 'Darvekirinê' li kolanan digerin û tirsê ava dikin û hişmendiya ku bi feraseta serdestiya zilam ya dagirker tev digerin û xwe wekî gewî dibînin re bêje raweste. Me xwest agirê dojeha xwedayan vemirînin û yekîtiya têkoşerê parastina azadî, aştî û wekheviyê pêş bixin."
Girtiyên ji doza PAJK'ê ku dema di girtigehê de ketibûn greva birçibûnê ji ber piştgiriya gelê Kurd a derve spasiyên xwe anîn ziman. Girtiyên jin yên ji doza PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî da û girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlonê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tevlêbûna 67 kesan dest bi çalakiya birçîbûnê kirin û wiha gotin:
"Çalakiya greva me ya birçibûnê ya ji bo mafê demokratîk piştî meşek 2 mehan gihişt 10 hezaran û li derve jî bi tevlêbûna bi milyonan kesan mezin bû. Di roja 68'an de li ser banga Rêberê me, me dawî li çalakiya xwe anî. Jiyanek azad û demokratîk mafê gelê Kurd ê herî rewa ye. Heta ku gelê Kurd ji mafê xwe yê rewa, demokratîk ên azadiyê bêpar bimine, de li Tirkiyeyê aştiyek mayinde û demokrasî pêş nekeve. Em girtiyên siyasî ku ji hemû mafên xwe û amûrên xwe yên têkoşînê bêpar mane ji bo bibin dengê wijdanên razane me ji bo 2 daxwazên xwe yên sereke dest bi vê çalakiyê kirin.
Me xwest di nava rewşa ku înkar û îmha didome de em karibin pêkanîya aştiyê bînin ziman. Me xwest bang li wijdanan bikin û li dijî kesên ku xwe wekî xweda û gewî dibînin helwesta xwe nîşan bidin ê bêjin bese.Me xwest dawî li agirê dojeha xwedayan bînin. Me xwest li diji vî agirê dojehê dengê yekîtiya tekoşîna jiyana wekhev, azad û demokratîk bilind bikin.”
'EM GIRTIYÊN PAJK'Ê DÊ DAXWAZÊN XWE BIŞOPÎNIN'
Girtiyên ji doza PAJK'ê dan zanîn ku, wan ji bo mafê xwe yê dewa û demokratîk ê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî kevirekî avêt deryayê û pêlê wê dilopê pêl bi pêl li hemû deryayê belav bûn. Girtiyên ji doza PAJK'ê destnîşan kirin ku, dê ji niha û şûn vejî vê dozê û daxwazên xwe bişopînin û heta dawî li pey daxwazên xwe bin.
Girtiyên ji doza PAJK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de spasiyên xwe bi taybet ji dayîkan re jî anîn ziman û wiha dawi li daxuyaniyê anîn: "Em spasiyên xwe ji hemû kesên ku di vê demê de em tenê nehiştin, kesên demokrat, rewşenbir, nivîskar, parêzer, parazvanê mafên mirovan, hunermend, jin, zarok, ciwan nûnerên saziyên sivîl, xwendekar û hemû kesên dengê xwe da dengê me, re spas dikin. Em bi taybetî spasiyên xwe ji dayîkên ku li ber deriyê girtîgehan nobet girtin û qad vegerandin dibistanên jiyanê û hemû derî dan vekirin dîsa bi can û ruhê xwe piştgirî dan têkoşîna me ji dayîkan re spasiyên xwe tînin ziman. Em spasiyên xwe ji zarok, jin û gelê xwe yê bi her alî piştgirî da me re dikin. Em dîsa piştgiriyê xwe ji tekoşîna jinên ku li derveyî sînor ji me re hatin re dikin.