Girtina dayikan hate protestokirin
Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê girtina endamên MEBYA-DER’ê Meryem Soylû û Hatûn Aslan protesto kir û xwest bila dayik werin berdan.
Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê girtina endamên MEBYA-DER’ê Meryem Soylû û Hatûn Aslan protesto kir û xwest bila dayik werin berdan.
Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê girtina endamên MEBYA-DER’ê Meryem Soylû (79) û Hatûn Aslan (71) protesto kir. Soylû û Aslan di operasyonên qirkirina siyasî de ya di 27’ê Sibatê hatibûn destgîrkirin.
Gelek dayikên aştiyê tevlî çalakiya li avahiya HDP’ê ya navçeya Bagcilarê bûn.
Dayika Aştiyê Gulet Bûgdayci daxuyanî da. Bûgdayci diyar kir ku ji 20 salan zêdetir e ew ji bo aştiyê têdikoşin û got “Em dayik bawerî bi aştiyê tînin û ji bo vê têdikoşin. Şer tê wateya hêsirên çavê dayikan. Şer tê wateya zext û qetlîamên li ser jinan. Ji ber vê dayik aştiyê diparêzin.”
Bûgdayci diyar kir ku dayikên hatine girtin temenê wan li ser 70 salî ye û got “Ji ber ku wan aştî dixwestin îro di girtîgehê de ne. Ev herdu dayikên ku gelek nexweşiyên wan hene, divê werin berdan. Em vê feraseta ku dayikan digire jî şermezar dikin.”