Gerîlayên YJA Starê bi biryar in

Gerîlayên YJA Starê yên li qadên giran ên şer gotin, tevî hemû hewldanên dewleta Tirk jî wê 2018 bibe sala tolhildanê û serketina mezin.

Gerîlayên YJA Starê gotin, "Dijmin çiqasî êrîş dike bila bike, eger li cihekî ruhê Apoyî, ruhê fedayî hebe, nikare têk bibe" û diyar kirin ku wê berxwedana 2017'an bikin pêngava 2018'an.

Gerîlayên YJA Starê Havîn Çirav û Vejîn Agirî yên li Zap û Zagrosê di nava şer de ne, qala rewşa şer û têkoşînê kirin.

TEVÎ KU BERDÊLA XWE GIRAN E...

Havîn Çirav bi bîr xist ku sala 2017'an li Zap û Zagrosê şerekî giran qewimî û tevî ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîş kir jî bi bandor nebû. Havîn Çirav got, "Ew vê yekê ji bîr dikin; em hêzeke ku xwedî îdeolojî û felsefeya jiyana azad in. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em heta dawiyê ji bo armancên xwe şer dikin û em ê şer bikin. Li ser vê bingehê operasyon û êrîşên dijmin ên li Zap û Zagrosê hatin şikandin. Sala 2017'an me çalakiyên bi bandor kirin. Hê jî şerekî giran diqewime û çalakiyên me yên li dijî vê dewam dikin. Xwe xurt nîşan didan, lê belê ev derket holê, yê qels û bê hêz ew bi xwe ne. Ji ber ku partiya me xwedî mîrate û dîrokeke 40 salî ye. Çalakiyên me yên li ser bingeha vê mîrateyê mohra xwe li salê xistin. Bi ruhê Delal, Azê, Gulnaz û Hêlînan, em bi coş û îdîa sala nû pêşwazî dikin. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo em ê 2018'an bikin sala serketinê."

ZAP JI WAN RE BÛ GOT

Vejîn Agirî da xuyakirin ku bi berxwedana mezin a bi pêşengiya YJA Starê hemû êrîşên li herêma Zapê hatin şikandin û anî ziman, berxwedana li Keleha Bedewê mînaka vê ye. Agirî got, "Zap ku dijmin her carê êrîş dikir, bû gora dijmin. Ji ber ku Zap herêma me ye, dîroka xwe ya berxwedanê li pêş çavan e. her tim mohra xwe li binê serketin û berxwedanên mezin danî. Weke şopdarên vê mîrateyê, em ê vê alê bilind bikin."

DIJMIN BÊ HÊZ E

Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Merwan li qada Botanê maye. Sala 2017'an di nava şer de cih girt. Herêma Botanê yek ji wan herêman bû ku êrîşên giran lê hatin kirin. Merwan got, "Dijmin yekemcar hemû teknîk û hêza xwe seferber kir ji bo berxwedana li vê herêmê bişikîne" û wiha dewam kir: "Ji teknîka xwe ya zêde, ji ÎHA'yên xwe bawer dikin û şer dikin. Lê belê dema ku li cihekî li berxwedana hevalên me rast tê, dişikên û vedikişin. Ev yek qelsiya dijmin radixe pêş çavan. Berxwedana Katoyê mînaka herî mezin a vê ye. Tevî zor û zehmetiyên zivistanê, tevî êrîşên bi teknîka giran jî hevalên me bi rengekî serketî xwe rizgar kirin û li dijî hêza operasyonê çalakiyeke xurt kirin. Dijmin çiqasî êrîş dike bila bike, eger li cihekî ruhê Apoyî, ruhê fedayî hebe, nikare têk bibe. Bi ruhê fedayî yê hevala Delal wê li herêma Botanê ala berxwedan û azadiyê dîsa bilind bibe. 2018 ji bo me wê bibe sala Delalbûn û serketinê."

WÊ BIBE SALA TOLHILDANÊ

Ji gerîlayên YJA Starê Sarîna Şervan jî bi bîr xist ku li hemû qadan şerekî giran qewimî û diyar kir 2018 wê di heman demê de bibe sala tolhildana Delal, Azê û hemû şehîdên Bestayê. şervan destnîşan kir ku we li ser şopa wan vê salê bikin sal aserketinê û sala nû li hemû têkoşerên paşeroja azad pîroz kir.

Bêrîtan Welat da xuyakirin ku wê bi biryardariyek emezin li ser şopa şehîdan li ber xwe bidin û sala 2018'an ji armanca xwe ya azadî û serketina mayinde qut nebin.

Rojbîn Serhat jî ragihand ku ew bi ruhê Delal, Azê û hemû şehîdên Bestayê sala 2018'an pêşwazî dikin û got, "Tevî hemû êrîşên barbar ên dijmin, em ê bi ser bikevin, mirovahî û azadî wê bi ser bikevin."