Gef li girtiyên jin hat xwarin
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin dan xuyakirin, ku di rojên dawî de serdegirtinên li girtîgehê zêde bûne û gardiyanan gefa 'hûnê hêzê dewletê bibînin' li wan xwarine.
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin dan xuyakirin, ku di rojên dawî de serdegirtinên li girtîgehê zêde bûne û gardiyanan gefa 'hûnê hêzê dewletê bibînin' li wan xwarine.
Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin, bi rêya xizmên xwe yên hatin serdana wan agahî dan û diyar kirin, serdegirtinên li girtîgehê ev du hefte ne di asta herî bilind de tên kirin.
Girtiyên jin anîn ziman, gardiyanên bi navê A.A., U.H.A. û S.I. ketine nava koxûşan, dest danîne ser gulên girtiyan û gotin, "Ava germ bi awayekî kêfî li ser me tê qutkirin. Dema em nerazîbûnê nîşanî vê didin, gardiyanên jin gefa 'hûnê hêza dewletê ji niha û pê ve bibînin. Em çawa bixwazin dikarin bi wî rengî nêzî we bibin' li me dixwin."
Girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne, dema diçin revîre û hevdîtinê jî rastî tacîza devkî tên. Her wiha li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 5 girtiyên ji Amedê hatin sirgûnkirin jî rastî zexta lêgerîna 'berfirehî' ya ji aliyê gardiyanên mêr ve hatine.