Xanim Tosûn yek ji sembola malbatên ku cara yekemîn li qada Galatasaray a Stenbolê rûniştibû. Piştî ku hevserê wê Fehmet Tosûn li ber çavên wê hate revandin, got; “Bila kesek din ev êş nejî” û berê xwe da Galatasarayê. Polîsan lê xist, binçav kir. Lê wê qet dest jê berneda.roja 24ê Mijdarê şemiyê dê dîsa li Galatasarayê be. Ji ber ku Galatasaray ji bo wê cihê têkoşînê û kevirê goristanê ye!
Xanim Tosûn, herî dawî hevserê xwe Fehmî Tosûn 19ê cotmeha 1995ê dît. Ev dîmen qet ji ber çavên wê naçe. Hevserê wê li ber deriyê malê bi darê zorê xistin hundirê wesayitê û revandin. Li pey wesayitê baz da û qêr kir, lê negihişt. Tenê tiştek ji hevserê xwe bihîst; “Dê min bikujin”. Şahidên bûyerê ne tenê Xanim Tosun û zarokê wê ne, bûyer nîva rojê li taxê pêk hat û hemû şêniyên taxê dîtin. Lê dîsa jî tu agahî jê nehate wergirtin.
Xanim Tosun tevî êş û 5 zarokên xwe li metropoloke mezin dest bi têkoşîna huqûqî kir. Gava hewldanên wê bê encam man, serî li Şaxa ÎHDya Stenbolê da. Piştî vê daxuyaniyê 1996ê di nava Dayikên Şemiyê de cih girt û piştî qet dest ji wir berneda. Van demên dawiyê ji ber emeliyata dil, neçar ma ku navber bide çalakiya xwe, lê piştre careke din berdewam kir.
Xanim Tosun wiha qala 16-17 sal beriya niha dike; “Ger min berê jî dizanî çalakiyeke wiha heye, lê heta ev yek neyê serê mirovan, mirov tênagehe. Piştî ku hevserkê min revandin ez tevlî çalakiyê bûm.”
MIN DESTÊ JÊ BERNEDA, QET DEST JÊ BERNADIM
Bi biryardariyeke mezin dibêje; “Min qet dest jê berneda, û ez dest jê bernadim.”
Xanim Tosun tevî 5 zarokên xwe dibêje; “Hat serê min, bila neyê serê tu kesek din”. Weke din li gorrekê digeriya û Qada Galatasaray a li Stenbolê ji bo wê bûye kêla gorrê û dibêje: "Gava ez her roja şemiyê diçim wir, ez dibêjim ez çûme ser goristanê.”
VÝCDANIM RAHAT, ÇÜNKÜ HESAP SORUYORUM
Vicdana gelen olmadı. Ancak, O'nun vicdanı rahat. Her hafta polis saldırısıyla karşılaştıkları 1996 yılında vicdanının çok iyi olduðnu söylüyor, "Her yediðim dayakla, her gözaltına alınmamla, vicdanımın rahatladıðını hatırlıyorum. Çünkü, hem eşimi, hem de diðer kayıpları bulmak için sokaktaydım" diyor ve ekliyor: "Bugün de vicdanım rahat. Çünkü sokaktayım ve hesap soruyorum.
GER DEMOKRASÎ HEBÛYA EM NEDIÇÛN WIR
Cara duwemîn çalakiyên Dayikên Şemiyê 31ê çileya 2009 dest pê kir. Xanim Tosûn di nava wan de jî cih girt û dibêje: “Ji bo demokrasiyê ev 10 sal bûn tiştek neguher. Rêveber her tim behsa demokrasiyê dikirin. Lê 10 sal derbas bûn, em hîna li cihê xwe ne, hema tiştan vedibêjin. Ger demokrasî hebûya û ji bo wendahiyên me pêngavek bihata avêtin em li vir nedibûn. "
Tosûn ji Serokwezîr, Serfermandarê artêşa Tirk û hemû rêveberên dewletê dibêje: “Ger piçek wijdana we hebûya, we dê pêngavek biavêta” û berdewam dike: "Ger we ji vî welatî hez bikira, dê piçek wijdana we jî hebûya. Ji bo windayê me pêngavek biavêjin, bila kesek din nemire. Ger wijdana we hebe, kêlên gorrên me nîşanî me bidin. Dosyayên nepen aşkere bikin."
PIRSÊN BÊ BERSIV MANE
Xanim Tosûn tunebûna hevserê xwe bi du bîranînên jiyana xwe vedibêje; “Min pênç zarokên xwe me mezin kir, îro 2 neviyên min hene. Ez nikarim bersiva pirsên neviyên xwe bidim. Li rûyê min dinêrin û gora bapîrê xwe dipirsin. Dibêjin ‘Dapîr, tu ji çima ji me re qala bapîrême nakî’. Ez ê çawa bersivê bidim zarokên 5-6 salî?
Gava hevserê min hate wendakirin, zarokê min ê biçûk 3,5 salî bû. Piştî du salan em çûn serdana gora tîyê (birayê hevserê min) min. Min carek dît zarok li gava goristanê winda bûn. Nû dest bi dibistanê kiribû. Nû hînî xwendin û nivîsandinê bû. Min dît ku dixwaze nivîsên li ser kêla gora bixwîne. Min got ‘kurê min tu çi dikî?’. Ji min re dibêje ‘dayê li wir li ser gora mamê min Bahoz Tosun dinivîse. Belkî gora bavê min jî li vir be."
DILÊ ME DIŞEWITE
Xanim Tosun bi zorê dikare behsa 17 sal berê bike û dibêje; “Mîna strana Sezen Aksûyê, canê me winda ye” û didomîne; “Gava dest didin birîna me diêşe û xwîn jê tê. Ji bo me pir zor e. Lê em neçar in. Divê em biaxivin. Ji bo tu kesek din vê êşê nejî. Lê gava em diaxivin, dilê me dişewite."
Gotina dawî ya hevsera Fehmî Tosun, Xanim Tosun; “Em ê 24ê mijdarê 400’emîn hevgihîna xwe pêk bînin. Ne tenê hevserê min, em dixwazin hemû wendahî bên dîtin. Em dixwazin we jî bi qûrnefîlekê ve di nava xwe de bibînin.”