Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Aycan Çîçek ji bo hînbûna aqûbeta Fîlîz Gencer duh çû Girtîgeha Şakranê. Çîçek têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku jê re hatiye ragihandin, Fîlîz Gencer li hucreya yek şexsî ya bloka A-28'an tê girtin, lê destûr nedane wê ku pê re hevdîtinê bike. Çîçek bi hevalên qewîşê yên Gencer re axivî û ragihand, ku van hevalên Gencer dema xwestin aqûbeta Gencer ji wan re bê ragihandin, bûne hedefa lêdanê û rewşa tenduristiya yek ji van girtiyan Nûrhan Yilmaz a ji ber lêdanê milê wê şikestiye, giran dibe.
Çîçek da xuyakirin, ku Fîlîz Gencer bi taybetî li bloka A-28 a dûrî qewîşên girtiyên din hatiye bicihkirin û got, "Dixwazin têkiliya Gencer bi girtiyên din re bibirin." Çîçek bi hevalên qewîşê yên Gencer re axivî û anî ziman, ku her çend 10 roj di ser îşkenceyê derbas bûye jî hê rû û bedena muwekîlên wê werimî ne.
Çîçek got, "Gardiyanên mêr û jin êrîşî wan kirine. Dest û lingên wan bi kelepçeyê girê dane û ava şid berdane wan. Bi tundî li wan dan e. Di dema vê lêdanê de milê Nûrhan Yilmaz şikest û tehde li pişta Gonul Bozkûrt bû. Tevî ku bi awayekî zelal tê dîtin îşkence li wan hatiye kirin jî, rêveberiya girtîgehê ew nebiriye doktor. Muwekîla min Gamze Eroglû ku di dema êrîşê de ji ser hişê xwe çû, tevî ku ne li ser hişê xwe bû, bûye hedefa lêdanê û li naverastê hatiye hiştin. Gardiyanan kelepçeyên plastîk mîna qemçiyê bi kar anîn û li girtiyan dan."
Çîçek anî ziman, tevî ku cezayekî hucreyê nehatiye birîn jî, girtiyên jin zêdeyî 10 roj in li hucreyên yek kesî tên girtin û rojê bi tenê saetekê ji hucreyê derdixînin. Çîçek ragihand, di dema êrîşê de milê Nûrhan Yilmaz ji du cihan şikestiye, ev sê roj in wê nabin doktor û tevî ku nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bi cih bîne, li hucreyê bi tenê tê girtin. Parêzer Çîçek da xuyakirin, ku ji bo qedandina vê bêhiqûqiyê ew bi midûr re axiviye, lê belê midûrê girtîgehê bi hêza ji Rewşa Awarte wergirtî, bi dilrehetî jê re gotiye 'min kir, kes nikare tiştekî bêje'.