Fermandara YPJ’ê Efrîn: Şehîd Silava û Bêrîvan bûn sembola artêşbûna jinê

Bi dehan şervanên YPJ’ê şehîdên destpêka avakirina Yêkiniyên Parastina Jin (YPJ) Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bi merasîmekî leşkerî bibîr anîn. Fermandara YPJ’ê Efrîn got: “Şehîd Silava û Bêrîvan bûn sembola artêşbûna jinê.”

Bi tevlîbûna dehan şervanên YPJ’ê bi merasîmekê avakara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Silava û Bêrîvan bi merasîmeke heybet a leşkerî li Hesekê hatin bibîranîn.

Ji Fermandarên YPJ’ê Evîndar Efrîn di merasîma leşkerî de şehîd Silava û Bêrîvan bibîr anî û got “Em di salvegera şehadeta şehîd Silava û şehîd Bêrîvan de wan bibîr tînin. di sala 2011’an de Şoreşa Rojava destpê kir, bêguman pêşengên vê şoreşî gel bi xwe ye. Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan jî zarokê vî gelî bûn û cihê xwe di vê serhildanê de girtin. Em destpêkê di şexsê van her du hevalan de şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û ji malbatên şehîdan re jî sersaxî dixwazin. Em carek din bejna xwe li beramberî hemû şehîdên tekoşîna azadiyê de ditewînin û soza bilind kirina tekoşîna azadiyê didin.”

‘ŞEHÎD SILAVA Û BÊRÎVAN BÛN SEMBOLA ARTÊŞBÛNA JINÊ

Fermandarên YPJ’ê Efrîn destnîşan kir ku Şehîd Silava û Bêrîvan bûn sembola artêşbûna jinê û wiha domand: “Weke YPJ, Şehîdên me yên yekemîn şehîd Silava û Bêrîvan e. Ji ber vê jî Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bûn sembola Arteşbûna jin a Yekîniyên Parastina Jin (YPJ). Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan hîn di temenê xwe ye biçûk de bi ruhê welatparêzî mezin bûbûn, ji ber vê jî wek jinekî ciwan beşdarî nava refên azadiyê bûn û heta dawî li hember dagirkeran şer kirin û şehîd bûn. Em jî şopdarên Şehîd Silava û Bêrîvan’in. Ji ber vê jî em bawerin ku em ê bi ruhê şehîdên xwe bigîhijîn serkeftinê. Em careke din bi bîryardariyekî xurt, bi dilsoziyekî xurt soz didin gelê xwe û şehîdên xwe û Rêbertiya xwe heta dawiyê em ê tekoşîn bikin.”

‘BI ŞEHADETA XWE HÊZ DA AVAKIRIN’

Di dewama merasîmê de xwişka Şehîd Bêrîvan, Şaristan Berîvan jî li ser têkoşîn û jiyana Şehîd bêrîvan axivî û got “Meha Gulanê meha şehîdane, di meha Gulanê de jî Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan şehîd bûn. Her du şehîdên me ji wek biharê bûn, wek gûl û çîçekan jiyan dixemilandin û bi şehadeta xwe ve jî ji bo me wateyekê bi vê rengî hiştin. Her du şehîdên me di nava gel de hêzek avakirin û em jî îro şopdarên wanin. Ji ber ku şehîd ronahiya azadiyê ne, bi saya şehîdên xwe jiyana azad em nas dikin û heta dawî em ê di şopa van de bimeşîn.”

‘JI BO PARASTINA GELÊ XWE ME JI HEMÛ BERDÊLAN RE AMADE NE’

şervana YPJ’ê Tîjda Havîn jî Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bibîr anî û wiha domand: “Şahadeta her du hevalan jî ji bo me pir wate ye. Bi bîranîna şehîdên destpêkê wek şervaneke YPJ’ê ji bo me jî hêstên welatparêzî hîn xurtir dibe . Em ji şehîdên xwe fêr dibin, ax û gelê xwe biparêzîn û di berdêla wê de canê xwe bidin. Ev felsefeya jiyana azad nîşan dide. Ji ber ku êrîşeke hovane li ser gelê me tê meşandin, ji bo parastina gelê xwe çi bedel ji me were xwestin jî em amadene. Vaye bi hezaran şehîdên me jî li şopa Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan meşiyan, em jî weke şervanên YPJ’ê şopdarên şehîdên xwe ne.”

Merasîma leşkerî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.