Feleknas Uca hate dersînorkirin

Feleknas Uca hate dersînorkirin

Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê siyasetmedara Kurd Feleknas Uca roja sêşemê gava hate Tirkiyeyê hat binçavkirin û duh êvarê piştî ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan, hate dersînorkirin.

Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Ucar 14’ê mijdarê de hat Tirkiyeyê û li balafirgeha Stenbolê ya Ataturkê ji bo ku 248 qûtiyên hebên vîtamîna B1 ji bo girtiyên di gireva birçîbûnê de anîbû hat binçavkirin û duh êvarê piştî kar û barên li midûriyeta polîsan veguhestin dozgeriyê kirin û dozgeriyê serbest berda.

Uca piştre birin Midûriyeta Şaxa Biyaniyana Kumkapi û jê re hat gotin ku dê çend rojan li vir bimîne. Li ber vê Pprlamenterên BDP’ê û parêzerên Uca bi rayedarên Wezareta Navxweyî ya Tirk re re axivîn û xwestin Uca li Şaxa biyaniyan neyê ragirtin.

Piştî ku daxwaz hatin qebûlkirin Uca birin Balafirgeha Ataturk û hate dersînorkirin. Uca ku vegeriya Ewropayê diyar kir ku dê lêkolîn bikin ka qedexe danîne ser çûyîna wê ya ji bo Tirkiyeyê an na.

Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca di navbera salên 1999-2009 de endama Parlementoya Ewropayê bû û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane çareser bibe gelek hewl daye û heta niha jî hewldanên xwe didomîne.