Feleknas Ûca hate binçavkirin

Feleknas Ûca hate binçavkirin

Parlementera berê ya Parlementera Ewropayê siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca li balefirgeha Ataturk a Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Ûca bi xwe re 248 qûtiyên vîtamîmên B1 aniye. Hat diyarkirin ku bi hinceta ev hebên vîtamîn B1 nehatine qeyidkirinÛ ca ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku Ûca pêşî birine Şaxa Têkoşîna li dijî Sucên Qaçaxçîtî û Organîzekirî ya emniyeta polîsan û piştre jî birine Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya li Fatîha Stenbolê. Hat zanîn ku Ûca hîna jî di bin çavan de ye.