Felek Yûsûf: AKP ji jin a azad û xwedî îrade ditirse

Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsûf di salvegera komkujiya Helincê de got, "Komkujiya Helincê tirsa ji jin a azad û pêşeng e."

Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsûf têkildarî salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ji ANF'ê re axivî ku 23'ê Hezîrana 2020'î li gundê Helincê yê Kobanê di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Felek Yûsûf diyar kir ku jin ên bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine, azad bûne û pêşengiyê ji civakê re dikin, ji ber ku ji bo berjewendiyên hêzên hegemon bûne gefek, veguherîne hedefê û got, "23'ê Hezîrana 2020'î dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê 3 jin qetil kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra, endama Meclîsa Kongreya Star Hebûn û dayika malê Yadê Zehra bi êrişa balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Me xwe ji bo bîranîna sê hevalên xwe amade dikir, li Tirkiyeyê faşîstên AKP'ê êriş birin ser avahiya HDP'ê û li vir Denîz Poyraz qetil kirin. Dewleta Tirk gelek caran bi rêbazên cuda êrişî jinan kirin û jin qetil kirin. Hevrîn Xelef, Yadê Aqide ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Gelek jinên mîna wan hatin qetilkirin."

Felek Yûsûf anî ziman ku dîroka dewleta Tirk û AKP'ê bi komkujiyan dagirtî ye û diyar kir ku divê ev pirs bê kirin, "Çima jin ên pêşeng, jin ên azad û têkoşerên ji bo gelê xwe timî dibin hedefa AKP'ê?"

Felek Yûsûf destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan felsefeya azadiyê û têkoşîna azadiyê di şexsê jinê de da destpêkirin û got, "Rêber Apo destpêkê got, 'windaikrina gelan bi windakirina jinê dest pê kir'. Niha jî vê tespîtê dike, 'Rizgariya gelan bi azadiya jinê dibe'. Bi vî rengî têkoşîn da destpêkirin û bi pêş ve bir.

Jinê jî paşeroja xwe, azadî û hebûna xwe di felsefeya Rêber Apo de dît. Jin li ser bingeha vê felsefeyê dest bi kar û têkoşînê kir. Li Rojava jinan li dijî çeteyan şer kirin û çete têk birin. Derba herî dawî li Dêra Zorê li çeteyan xistin û ew têk birin.

Di vî şerî de bi dehan jinên ji bo mirovanê têdikoşiyan xwe feda kirin. Di şoreşa Rojava de bi felsefeya Rêbertî re rol û îradeya jinê hate naskirin. Cîhanê şoreşa jinê nas kir. Projeya neteweya demokratîk a li Rojava ji aliyê tevahiya cîhanê ve hate dîtin."

ME LI SER BINGEHA FELSEFEYA RÊBER APO TÊKOŞÎN XURT KIR

Felek Yûsûf bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1999'an bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên dîlgirtinê de têdikoşe li ber dijmin radibe û got, "Rêber Apo ji bo gelan proje afirand. Em jî weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me xwe li ser van projeyan bi rêxistin kir. Projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêbertî ve hate afirandin hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn çareseriya kaosê ye. Ji ber vê yekê hêzên komloger ji komployê dest bernedan û dewam dikin. Bêguman têkoşîna Rêber Apo û ya li çar parçeyên Kurdistanê ev komplo pûç kir. Ji ber ku şoreş, têkoşîna Kurdan hîn bêhtir mezin bû. Dostên Kurdan roj bi roj zêdetir bûn."

Felek Yûsûf bi bîr xist ku wan heta niha êrişî ti cihî nekirine, wan ti dever dagir nekirine, her tim di çarçoveya parastina rewa de xwe parastine û got, "Lê belê timî êrişî me dikin, xaka me dagir kirin. Tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî li Kurdan, li jinên Kurd kirin cihê xwe di exlaqa siyasî de nîne. Ne jinê, ne xwezayê, ne jî zarokan tiştekî nas nakin. Êrişî her tiştî dikin. Xwezayê, mirovan bi xwînxwarî qetil dikin. Lê belê dema ku dewleta Tirk û AKP vê dike, li hemberî wan bêdengiyeke mezin heye.

Eger îro dijmin êrişî her cihî dike, bi taybetî jî êrişî jinê dike, sedema vê ew e ku jinê xwe li her qadê ispat kiriye. Jinan di çarçoveya projeya neteweya demomkratîk de pêşengiya xwe ya ji civakê re li cîhanê ispat kiriye. Bêguman projeya neteweya demokratîk li pêşiya berjewendiyên hêzên serdest û kapîtalîst asteng e... Lewma bi taybetî êrişî jinan, jinên pêşeng dikin."

KOMKUJIYA HELINCÊ TIRSA JI JIN A AZAD Û BERXWEDÊR E

Felek Yûsûf diyar kir ku dewleta Tirk bi komkujiya li Helincê, bi qetilkirina sê jinan xwest ku tirsê bixe nava dilê jinên berxwedêr, têkoşer û azad û got, "Lê belê ev êriş biryardariya me ya ji bo berxwedanê mezintir dike. Bersiva me jinan a li vê komkujiyê wê xurtkirina têkoşînê be, wê pêşvebirina jinê û mezinkirina projeya neteweya demokratîk be."