Ev jî organîzasyona lîncê ya Tayyîb e!

Ev jî organîzasyona lîncê ya Tayyîb e!

Wehşeta ku xwendekarên bi navê Duygu Cînîvîz, Çîgdem Baran û Mîzgîn Oktan jiyan, careke din nîşan da ku Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di pêvajoya grevên birçîbûnê de li pey hev daxuyaniyên ku hander da û ev daxuyanî çawa vediguhere lîncên bi komî yên li hemberî Kurdan. Polîsan lînc organîze kir. Hat xwestin ku ji ciwanan yek bi zindî bê şewitandin. Yek bi textên bizmarkirî hat lêdan. Piştre polîsan gef lê xwar. Rastî teklîfa sixûrtiyê hatin. Lînckar hatin berdan mexdur hatin girtin.

Di dema pêvajoya grevê birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê di 30’ê cotmeha 2012’an de HDK’ê daxuyaniyek da. Xwendekar Cînîvîz, Baran û Oktan pêşî rastî êrîşa bombeya gazê hatin, piştre berê wan dan taxa Talay Tepe û li vir rastî êrîşa komeke ku destê wan de kêr û texte hebû hatin. Êrîşkaran xwestin wan bi benzin bişewitînin.

Fature jî ne li nîjadperestan li xwendekarên bi giranî birîndar bûn ku di nava wan de Cînîvîz, Baran û Oktay jî hebû 12 xwenekeran hat birîn. Xwendekar bi sûcdariya endamê DYG’ê de hatin girtin. Ev meheke di girtîgeha Jinan a Bakirkoy de dimînin. Şopên lîncê hêj li ser bedena wan e.

POLÎSAN LÎNC ORGANANÎZE KIR

Duygu Cînîvîz ku li Zanîngeha Stenbolê beşa Felsefê dixwîne bûyer wiha vegot: “Daxuyanî li Parka Sîbel Yalçin dê pêk bihata. Destûr nedan em kom bibin û bi bombeya gazê êrîşê me kirin. Kesî kesek din nedidît. Her kes direviya cihekî. Em bi komekê re li ber pira Metrobusa Okmeydanî dimeşiyan. Polîs li pey me hatin û berê me bi zanebûn da Taxa Talaytepe.”

DÊ ME ZINDÎ BIŞEWITANDANA

Cînîvîz wiha pê de çû: “Dema em çûn taxê ji me re gotin ‘Kurdên bê şeref, ji vê taxê biçin! bi kêr, qedeh û şuşeyan bi ser me de hatin. Me xwest em ji vir xwe rizgar bikin, lê vê carê bi hevkariya ekîben hêzên çevîk, bi kêr, texte û kalasan bi dirûşmeyên Allah-u Ekber bi ser me de hatin. Kolan pêşiya wê girtî bû. Me xwe avêt bi hewadanka avahiyekê. Li wir 15 kesê din jî hebûn. hinek dem derbas bû komeke ji 50 kesî pêk dihat em tespît kirin. Çavên wan sor bibû. Me bê navber da ber keviran. Me hemûyan bi hev girt. Dijûn didan me. Bi pihînan li sînga min dan. Min nekarbû bîhn bigirta. Hevalên min Mehmet Dalpaltaq xwest min biparêze, lê bi kalasekî mezin li ruyê wî dan. Piştre kesekî ku me hîn kir ku polîsê sivîle bi kembera xwe li me dixist.

Jineke ciwan li erdê kaş dikirin û berbi bîdonên benzîn dibirin. Me nekaribû ji cihê xwe tevbigerin. Hevalekî bi navê Huseyîn ku xwest nehêle ku wê jina ciwan bibin, rastî lêdanê hat. Ew kesê ku bi kemberê li me dida, qiriya û got ‘Bisekinin ez polîs im, evqas bes e, wan dersa xwe girt’ Piştre gelek kesan got bisekinin em polîs in. Me fêm kir ev ji aliyê polîsan ve hatiye organîzekirin.

DERBÊN MIRINÊ LI ME DAN

Çîgdem Baran jî ku hêj travma û şopên lînçê dijî ew bûyera bi xor ya kolanê wiha vegot: “Me bi hev girtibû. Derbên mirinê li me didan. Porê min kaş dikirin, pêlê serê min lingê min dikirin. Ciwananê bi navê Şervan bi kalasê bizmarkirî rastî êrîşê hat. Ez ji ber lêdanê ji xwe çûm. Hevalan gotiye qey ez mirime. Polîsan em bi wesayitên dupişk birin nexweşxaneyê. Min çavên xwe li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Okmeydani vekir. Doktoran jî em ji ser xwe avêtin. Em bi eziyetekî mezin birin Saziya Tiba Edlî.”

HUN BIBIN AJAN BURSA WE JI ME YE

Baran diyar kir ku di dema binçavan de muameleya ku dîtine dij mirovahî bû û wiha got: “Ez û gelek hevalên min bi sedeyeyê birin îfadegirtinê. Li vir wêne nîşanê min didan. Min digot ez nas nakim, zext li min dikirin. Dema em li nexweşxneyê bûn Parlamenter Sabahat Tuncel serdana me. Ji me re digotin, we ji Sebahat Tuncelê re çi gotiye.”

Cînîvîz diyar kir ku dema îfadeya wê û Mîzgîn Oktan digirin sîxurtî teklîsê wan kirine û gotiye hun werin navan j ime re bêjin em jî bursê bidin we.