Hate zanîn ku dosyaya rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku beriya 18 rojan ew şandibûn Girtîgeha Evîn, ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafparêz a Îranê (HERANA) ev 120 roj in destûr nayê dayîn ku Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî ji bajarê Mihabadê ye û di 23’yê Tîrmeha 2024’an de Dadageha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî birîbû.