'Êrîş li dijî avakirina jiyana azad hat kirin'

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, derb arê êrîşa bombeyî ya li navçeya Riha Pirsûsê daxuyaniyek da.

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, derb arê êrîşa bombeyî ya li navçeya Riha Pirsûsê daxuyaniyek da.

Tevgerê êrîş şermezar kir û got, "Rastiya DAIŞ'ê careke din nîşan da ku dijminê mirovahiyê ye û ji bo nirxên mirovahiyê tine bike, ew ê serî li her rê û rêbazan bide. Îdeolojiya faşîst a DAIŞ'e û baviksalariyê bi teqîna li Navenda Çandê ya Amara, careke din ciwanên ku pêşerojeke azad xeyal dikin, hedef girt. Rasthatinek nîne ku Navenda Çandê ya Amara ya 300 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst lê bûn, hedef hatiye girtin. Êrîş li dijî avakirina sîstema xweser a demokratîk û jiyana azad a tê xwestin li Kobanê bê avakirin, êrîşeke îdeolojîk e."

'DEWLETA TIRK BÛ HEVKARÊ HOVÎTIYÊ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk û hêzên noker heta ku bihêlin rêxistinên bi vî rengî yên hov bi dilrehetî tevbigerin, wê weke hevkarê vê hovîtiYê bên dîtin û hat gotin, "Di serî de Neteweyên yekbûyî em bang li hemû saziyên Yekîtiya Ewropa û rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî dikin ku hişyar û hestyar bin. Em dixwazin ku tavilê zextê li dewlet Tirk bikin ku vê terorê beralî bike. Li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Yên dimirin û tên kuştin ne tenê Kurd in, mirovahî ye."