'Em soza xwe ya rojnamegeriya ji bo berxwedêran dubare dikin'

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da û got “Em soza xwe ya rojnamegeriya ji bo berxwedêran dubare dikin.”

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyenek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Ji nav 180 welatan de, em di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 153’an de ne û ev tişt ne cihê pesndanê ye. Îro gelek hevalên me li girtîgehan in, ên li qadê jî yan tên destgîrkirin an doz li wan tê vekirin û an jî dema nûçeyê dişopînin li wan tê xistin.


Qanûna dawîn nîşanî me da ku rojnamegerî ji pîşeyekê derketiye û ji bo me bûye qada berxwedanê. Em di rojên wisa de azadiya çapemeniyê pîroz nakin, bi bîra wan dixînin ku em ê li hemberî êrîşan stûyê xwe xwar nekin.

Wekî duh îro jî em ê guh nedin qanûn û qedexeyên we û em ê li qadan bin. Em soza xwe ya rojnamegeriya ji bo berxwedêran dubare dikin."