'Em ê polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî jinê teşhîr bikin'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir, AKP/Qesr bi darbeya qeyûm re bi zanebûn navendên jinê hedef digirin û got, weke Meclîsa Jinê ya HDP'ê ew ê polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî jinê teşhîr bikin.

Piştî ku şaredariyên DBP'yî ji aliyê AKP/Qesrê ve hatin desteserkirin, qeyûmên AKP'ê weke karê destpêkê rabûn navendên jinê giritn û dest danîn ser agahiyên taybet ên jinên mexdûr ên li van navendan. Li hemû şaredariyên DBP'yî yên bi sîstema hevserokatiyê bi rê ve diçin, temamiya qeyûman mêr in. Wezîfedarkirina van kesên xwedî mejiyê dewletê, nîşan dide ku jin bi zanebûn hedef tên girtin.

AKP/Qesr, ku tevgera azadiyê ya jinê hedef digire, weke qeyûm Qeymeqam Mûrat Kutuk li Şaredariya Farqînê ya Amedê erkdar kir. Karê destpêkê yê Kutuk jî girtina Navenda Jinê ya Meya bû. Li navçeya Erdîş a Wanê jî, piştî ku qeyûm hat erkdar kirin, yekser saziyên jinan girt. Qeymeqam Ahmet Adanûr ê li Cizîrê weke qeyûm dest danî ser şaredariyê, navenda jinê ya şaredariyê girt. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

'ÎDELOJIYA AKP'Ê LI DIJÎ MAFÊN JINÊ YE'

Aydogan da xuyakirin, ku weke tevgera jinê ew desthilatdariya AKP'ê baş analîz dikin û destnîşan kir, ku gotinên desthilatdariya AKP'ê yên li ser mafên jinê bêbingeh in. Aydogan got, îdeolojiya AKP'ê li dijî mafên jinê ye. Parlamenter Aydogan bal kişand ser roja 15'ê Tîrmehê û da zanîn, ku piştî ragihandina Rewşa Awarte polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinê bêhtir xuya bûne.

'DI DESTPÊKÊ DE JIN HEDEF GIRTIN'

Aydogan got, "Desthilatdariya AKP'ê hewldana darbeyê weke derfetek ji bo rakirina qadên azadiyê û mafên jinê bi kar anî" û anî ziman, di pêvajoya heyî de jî bi heman awayî tevdigere. Aydogan ev nirxandin kir: "Tişta ku hikûmeta AKP'ê bi qanûna xwe ya Rewşa Awarte re di destpêkê de derxist, qeyûm bû. Bi vê qanûnê re êrîşî sîstema hevserokatiyê ya li şaredariyan kir, ku jin bi roleke girîng lê radibin. Nîşan da ku ew vê sîstemê nas nake û hevşaredarên me bi rengekî bêhiqûqî ji wezîfeyê girt. di heman demê de endamên me yên jin ên meclîsa şaredariya ji wezîfeyê hatin girtin, li şûna wan qeyûm hatin bicihkirin. Karê destpêkê yê van qeyûman jî rakirina yekîneyên jinê yên linava şaredariyê bû."

'JINÊ JI SIYASETÊ VEDIGIRIN'

Aydogan da zanîn, qeyûmên AKP'ê ne tenê dest danîne ser yekîneyên jinê, di heman demê de arşîvên jinan desteser kirine. Aydogan ragihand, van qeyûman dest danîne ser gelek agahiyên veşartî yên têkildarî jinan û got, "Wekî din, bi hezaran hevalên me yên jin ên li qada perwerdeyê dixebitin, ji wezîfeyê hatin girtin. Dema mirov ji vî alî ve li rewşê binêrin, tê dîtin ku hewl didin jinê ji qada kar jî vegirin. Hewl didin jinê ji qadên siyaseteê jî vegirin. Mînak; jinên li nava Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên dûrî AKP'ê dixebitin tên binçavkirin û girtin. Jinên li qadên cuda, li nava partiyan, di serî de li nava partiya me HDP'ê siyasetê dikin, bi hincetên cuda tên girtin û ji siyasetê tên vegirtin."

'JI 1'Ê COTMEHÊ Û PÊ VE EM Ê CIVÎNÊN HERÊMÎ LIDAR BIXIN'

Parlamenter Nûrsel Aydogan diyar kir, weke HDP û KJA ew ê serî li ber desthilatdariya AKP'ê netewînin û destnîşan kir, ku destketiyên wan bi hêsanî nehatine qezenckirin, bi têkoşînê bûne xwedî van destketiyan. Aydogan işaret bi temsîliyeta wekhev kir û ragihand, HDP'ê temsîliyeta wekhev xistiye nava jiyaan siyasî ya Tirkiyeyê. Aydogan da xuyakirin, ku ew ê hemû destketiyên xwe biparêzin û wiha dewam kir: "Em ê bi ti awayî nehêlin ku AKP van destketiyên me tine bike. Di vî warî de plansaziyeke me ya berfireh heye. Weke Meclîsa Jinê ya HDP'ê em ê ji 1'ê Cotmehê û pê ve li hemû herêman, civînên jinê yên herêmî lidar bixin. Bi beşdariya parlamenteran, hevalên me yên li nava rêveberiya partiyê û meclîsa jinê, wê di van civînan de rewşa heyî were vegotin û banga geşkirina têkoşîna jinê bê kirin.

'EM Ê POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YÊN TÊKILDARÎ JINÊ TEŞHÎR BIKIN'

Aydogan anî ziman ku ew di têkoşîna jinê de ti carî bi tenê nemeşiyan e û destnîşan kir, ku ew têkoşîna hevpar a bi tevgerên jinê yên li Tirkiyeyê esas digirin. Parlamenter Aydogan got, "Yek ji erkên me yên sereke, teşhîrkirina polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî jinê ye. Em bawerin, em ê van hemûyan bi ser bixînin. Ji ber ku haya desthilatdariya AKP'ê ji vê heye, kengî jin bixwazin dakevin qadan, bi sedan polîsên tîmên taybet û hêzên mîlîtarîs hewl didin jinan ji qadên têkoşînê vegirin." Aydogan destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê qadan neterikînin û got, hêza dikarker hêza li qadan e."

...