'Em ê Efrînê ji vê zilmê rizgar bikin!'

Rêxistina Rojava Jinên Azad ên Sosyalîst got, "Ji bo Efrînê ji nava lepên hêzên tarî rizgar bikin û ji nû ve azad bikin, divê em rabin ser piyan."

Rêxistina Rojava Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk ku hêza desthilatadr a faşîzm, mêtingerî û paşverûtiya mêr a hov e, tevî çeteyên xwe; DAÎŞ, El Nûsra û OSO niha li Efrînê zilmê li jin û zarokan dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê û vir ve 259 sivîl hatin kuştin; 56 ji van jin, 46 jî zarok in. 707 sivîl jî birîndar bûn; 104 jê jin, 155 jî zarok in. Piştî dagirkirinê herî kêm 119 jin li Efrînê hatin revandin. Ev yek tê wê wateyê ku destdirêjî û destavêtin li sedan jinan hatiye kirin.

'DIVÊ EM JI NAVA LEPÊN HÊZÊN TARÎ RIZGAR BIKIN'

Li tevahiya cîhanê, her kes û hêzên ku rûmeta mirovahiyê û azadiya jinê diparêzin, divê ji bo rizgarkirina Efrînê ji nava lepên van hêzên tarî û namerd, ji bo ji nû ve azadkirina kantona Efrînê ku şoreşa jinê ye, rabin ser piyan.

'EM ŞOREŞA JINÊ XURT BIKIN'

Em her kesên ku ji bo azadiya jinê têkoşîna enternasyonal dikin, dawetî Şoreşa Jinê ya Rojava dikin. Em bang li wan dikin ku hem li eniya şer cih bigirin, hem jî tecrûbeyên xwe yên siyasî ji bo avakirina civakî ya şoreşa me pêşkêş bikin û şoreşa jinê biparêzin. Li welatên ku lê ne, çalakî û karên siyasî xurt bikin, tevgera jinê mezin bikin û bi vî rengî Şoreşa Jinê ya Rojava û Efrînê xurt bikin.

Li ser şopa Şehîd Avaşîn, Destan Temmûz, Barîn Kobanê, Avesta Xabûran em ê şoreşa xwe biparêzin û kantona xwe ya Efrînê ji nû ve rizgar bikin."