'Em damezrandina Meclîsa Jinên Êzîdî silav dikin'

Komîsyona Jinan a KNK’ê, damezrandina Meclîsa Jinên Êzîdî silav kir û got: “Êdî ti hêz nikare jinên Êzidî yên Şengalê yên ku bi ruhê berxwedana jinên Êzîdî yên Egîd ve bûn hilweşîne.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Meclîsa Jinên Êzîdî silav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di pêvajoyeke ku em nêzî salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê dibin, di Yekemîn Konferansa Jinên Êzîdî yên Şengalê de bi dirûşma, ‘Jinên Êzîdî bi rêxistinbûnê wê bersivê bide hemû fermanan’ ku meclîsa jinan hat avakirin em silav dikin.”

'JI BO KESÊN MEXDÛR Û BÊÇARE DIDÎTIN BÛ PEYAMEK'

Komîsyona Jinan a KNK’ê got:

"Damezrandina ‘Meclîsa Jinên Êzîdî’ Şengal di serî de ji bo jinên Kurdistan, ji bo jinên Rojhilata Navîn bûye moral û hêzeke mezin. Jinên Êzîdî yên Şengalê qedera xwe digirin destê xwe ji bo kevneşopiya jinên azad ên Kurdistanê jî destketiyeke mezin dane qezenckirin.

Bi îlana vê meclîsê re jinên me yên Êzîdî yên Şengalê ala berxwedanê nîşanî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan kirine û berxwedana Kurdistanê hê bihêztir kirine.

Çeka yegane ya parastina hebûn û azadiya xwe rêxistinbûna civakekê ye. Bi taybet li vê erdnîgariya ku qirkirina jinan bi awayekî sîstematîk pêk tê, ev derketina jinên Êzidî yên herî zêde tên pelçiqandin, li hember kesên jinên Êzîdî mexdûr û bê çare dibînin bûye peyamek. Êdî ti hêz nikare jinên Êzidî yên Şengalê yên ku bi ruhê berxwdana jinên Êzîdî yên Egîd Şehîd Berîvan, Binevş, Xanê ve bûn  yek hilweşînin.

Biryara berxwedanê û rêxistinbûna jinên  Êzidî yên Şengalê, ji bîranîna qehremanên di têkoşîna Şengalê de şehîd bûne re bûye bersiveke ku layiqî wan e. Em careke din vê gava dîrokî silav dikin, Em dibêjin ji tevayî jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn re pîroz be.”