Du jinên Kurd li bajarê Lozanê weke rêveber hatin hilbijartin

Di hilbijartina xwecihî ya roja Yekşemê ya li bajarê Vaûd a Swîsreyê de 2 jinên Kurd ji bo rêveberiya bajarê Lozanê hatin hilbijartin.

Sevgî Koyûncû û Derya Çelîk li Dîasporaya Kurd a li Lozanê bi desteka jinên femînîst û koçberan bûbû namzetên rêveberiya şaredariyê.

Sevgî Koyncû ya namzeta ji Partiya Karker a Swîsre (POP) û Derya Çelîk jî a namzeta Partiya Sosyalîst (SP) li gorî encamê hilbijartina xwecihî ya roja Yekşemê ji bo rêveberiya bajar hatin hilbijartin.

Navenda Civaka Kurd a Lozanê (CDK-Lozan) ji bo serketina her du jinan peyamek ya serketinê da herdu jinan.