Du jin hatin qetilkirin, jinekê xwe kuşt
Li Gîresûn ku du jin hatin qetilkirin li Kutahyayê jina rastî tecawizê hat xwe kuşt.
Li Gîresûn ku du jin hatin qetilkirin li Kutahyayê jina rastî tecawizê hat xwe kuşt.
Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û gotinên rayedarên hikûmetê yên li hember jinan ku didomin 2 jinên din jî hatin qetilkirin. Jinek jî ji ber rastî tecawizê hat, xwe kuşt.
Li gundê Bayazit ê girêdayî Gîresûn Leyla Damci ya 48 salî û keça wê Gulcan Damci ya 21 salî ji aliyê cîranê wan Mîthat Eren ve hatin qetikirin. Cenaze rakirin morga Tiba Edlî ya Trabzon. Qatil Eren teslîmî jendermeyan bû.
Li Kutahyayê jî Aysûn Altay a 22 salî ya rastî tecawiza birayê xwe hat bi tebenceyê xwe kuşt.