Dogû: Jin wê derbê li faşîzma AKP'ê bixin!
Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Ji fermandarên YJA Starê Dogû 8'ê Adarê pîroz kir û jinên berxwedêr silav kir. Dogû got, "Di têkoşîneke civakî de eger jinê vîna xwe danîbe holê, eger di nava xweparastinê de cih girtibe, ew têkoşîn têk naçe." Dogû destnîşan kir, ku jin wê derbê li faşîzma AKP'ê bixin.
Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Dogû da zanîn, têkoşîna ku jin bi nasnameya xwe di nav de cih digire, ji sedî sed bi ser dikeve û got, "Li hemberî sîstema bi serdestiya mêr her tim têkoşînek hat meşandin, berxwedanek hat nîşandan. Lê belê em vê yekê di sedsala 21'an de bi hişmendiyeke mezin a rêxistinbûyî û xweparastinê pêşwazî dikin. Cudahiya 8'ê Adara îsal û yên bihurî, ev e. Bi şerê li Rojava, bi şerê li Başûr û herî dawî jî bi şerê li Bakurê Kurdistanê re ev derket asteke bilindtir. Tevî vê yekê jinên Kurd li gora berxwedana gerîla piştevaniyeke xurt a jinê derxistin holê. Lewma em dikarin bêjin ku 8'ê Adara îsal, tevî hemû komkujî û qirkirinan jî, em bi hêzeke mezin pêşwazî dikin. Eger di têkoşîneke civakî de jinê vîna xwe danîbe holê, eger cihê xwe di nava xweparastinê de girtibe, ew têkoşîn têk naçe. Me ev yek di têkoşîna xwe de bi hêsanî dît û jiya. Di roja îro de jî mînakên vê yên balkêş hene. Îro li Cizîr, Sûr, Hezex, li Rojava û gelek herêmên Kurdistanê dayikên me, jinên me, keçên me yên ciwan bi heybetî nîşan didin ku têkoşîn têk naçe."
'ASTA HERÎ BILIND A FAŞÎZMÊ HIKÛMETA AKP'Ê YE'
Dogû diyar kir, ku ji nava hemû nasnameyan jin dikarin bi têkoşîna hevpar re derbê li faşîzmê bixin û got: "Di sedsala 21'an de asta herî bilind a faşîzmê hikûmet AKP ye. Têkoşîna îro ya jinên Kurd li Kurdistanê dimeşîne, tê wateya bidawîkirina faşîzm û netewe dewletê." Dogû da zanîn, ku faşîzm herî zêde dijminê jinan e û anî ziman, 'stratejiya di şer de di destpêkê de li jinê bide' ji aliyê hikûmeta AKP'ê ev bi cih tê anîn.
Dogû destnîşan kir, ku têkoşîna hevpar a jinên Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, Suryanî û gelên din, wê derba herî mezin li faşîzmê bixe û diyar kir, 8'ê Adara îsal mîna mizgîniya vê dekret holê."
Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû di dawiya axaftina xwe de bann li hemû jinan kir ku bi ruh û berxwedêriya 8'ê Adarê re jiyanê bi rêxistin bikin.