Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyameke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyameke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyameke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Di peyama KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna azadiyê ya jinan ku hemû jinên bindest bi berdêlên mezin li dijî pergala mêrserwer heta roja me anîn, wekî hêza sereke ya guherîn û veguherîna civakî bûye mîsogeriya civaka demokratîk û jiyana azad. Di vê astê de têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser dikeve. Sedsala 21’an sedsala azadiya jinan e.

Gerîlayên jin di serî de, em têkoşîna pîroz a jinên ku têkoşîna azadiyê ya jinan geş dikin,  bi hurmet silav dikin û şehîdên jin bi rêzdarî bi bîr tînin.

Jin li Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê êdî nebin alav û di şoreşa civakî de dibin kirde û pêşeng. Mînaka vî tiştî ya herî şênber şoreşa civakî ya Rojava ye ku li ser îdeolojiya rizgariya jinan tê kirin.

Şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinan tê kirin, ji nav gelên Kurdistanê pêl bi pêl di nav gelên Rojhilata Navîn de belav dibe, ji bo têkbirina pergala mêrserwer geşedanên şoreşî diafirîne. Jin bi reng û nasnameya xwe bi têkoşîna xwe ya azadiyê şoreşa civakî ava dike û ev tişt li ser herêmê bandoreke mezin ava dike.

Yên ku li beramberî têkoşîna azadiya jinê herî ditirsin destpêkê AKP-MHP rejîmên faşîst ên bi desthilatdariya zilam ên li herêmê ne. AKP-MHP ji bo desthilata xwe bide berdewamkirin, li berambarî jinan qirkirina zayendî, polîtîkaya teslîmgirtinê ya li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz bi israr didomîne. Her ku tirsa ji destdana desthilatê mezin dibe êrîşên xwe zêde dike, lê belê ti tiştek nikare rê li ber têkçûna faşîzmê bigire. Ruhê wekhevî û azadiyê yê ku têkoşîna jinê pêxistî têk naçe, ev ruh mifteya şoreşa civaka demokratîk e.

Li aliyekê têkoşîna tarzê nû yê gêrîlayên ku ji Heftanînê destpêkirî li Garê gehiştî lûtkeyê hêviya dewletê ya ku bi şerê teknîkê bigehe encamê bi erdê re kaş kir, li aliyekê di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re na; dem dema azadiyê ye’ de ku ji bo azadiya Rêber Apo li zindanan û ji derve têkoşîn hatiye bilindkirin, li aliyeke din jî li beramberî têkoşîna hêzên hemû civak û gelan ên bi pêşengiya jinan azadî, wekhevî, demokrasiyê dixwazin, şensê berdewamkirina desthilata faşîst a AKP-MHP nîne. Ji bo yên ku demokrasî, azadî, wekheviyê dixwazin sala 2021’an, em hemû bi hev re dikarin bikin ‘sala azadiyê.’ Em dikarin sala 2021 di dîrokê de weke ‘sala têkbirina faşîzmê’ qeyd bikin.

Li ser vî bingehî, bi hêviya ev sal bibe wesîleya serkeftina têkoşîna azadiya jinê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dûbare pîroz dikin, em serkeftinê ji vê têkoşîna pîroz re dixwazin.”