Divê rûspî li dijî sinetkirina jinan bikevin nava hewldanan

Her sal bi milyonan zarokên jin tên sinetkirin û di temenekî zarokatiyê de tên zewicandin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê tê xwestin ku lîderên olî û rûspiyên civakê bikevin nava hewldana.

Li Senegalê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye bi beşdariyeke xurt konferansek ji bo sê rojan pêk hat. Di encamnameya konferansê de li dijî hovîtiya sinetkirina jinê bang hate kirin. Di encamanmeyê de ji bo pêşîgirtina li sinetkirina jinê û zewicandina zarokan bang li rûspiyên civakê û yên olî hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin, sinetkirina jinê û zewicandina zarokan ne tiştekî ku bê qebûlkirin e û ji rûspiyan hate xwestin di vê der barê de diyaloga nava civakê xurtir bikin.

Jêkirin an jî derxistina organa genîtal a jinê ku weke 'sinetkirina jinê' tê naskirin, her sal bi milyonan zarokên keç mexdûr dike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, vê rêbaza ku organa genîtal a jinê seqet dike teqez weke sûcekî dibîne. Jinên ku tên sinetkirin heta dawiya emrê xwe êşê dikişînin an jî piştî sinetkirinê ji ber enfeksiyonê dimirin an jî nexweş dikevin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî piraniya wan li welatên Efrîkayê zêdeyî 200 milyon jin hatine sinetkirin.

Sinetkirina jinê bi giranî li Somalî, Malî, Cîbûtî û Gîne tê kirin.

Mijareke din a ku di konferansê de bi berfirehî hate nirxandin, zewicandina di emrê zarokatiyê de bû. Li gorî daneyên UNICEF'ê li Efrîkayê 39 ji 100 jinên zewicî beriya bibin 18 salî zewicîne.

Li gorî heman daneyan li Efrîkayê 13 ji 100 jinên hatine zewicandin beriya 15 salî hatine zewicandin.