'Divê jin xwe li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bi rêxistin bikin'

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Avşîn diyar kir ku nêzîkatiya DAIŞ û AKP'ê ya li jinê weke hev e û got, "Bang li jinan û hemû civakê dikim, ku li dijî vê hovîtiyê xwe bi rêxistin bikin."

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Avşîn diyar kir ku nêzîkatiya DAIŞ û AKP'ê ya li jinê weke hev e û got, "Bang li jinan û hemû civakê dikim, ku li dijî vê hovîtiyê xwe bi rêxistin bikin."

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Delal Avşîn da xuyakirin armanca avakirina DAIŞ'ê, navendên xwe dispêre, desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê, pêkanînên rojane yên AKP û DAIŞ'ê eleqeya xwe bi Îslamiyet û baweriyê nîne û destnîşan kir, ku nêzîkatiya AKP û DAIŞ'ê ya li jin û zarokan, cihê tirsê ye.

'RÊXISTINBÛYÎNA DAIŞ'Ê LI DIJÎ ÎSLAMIYETÊ YE'

Avşîn diyar kir ku DAIŞ li ser navê Îslamiyetê, nêrîn û kûrbûna di çarçoveya Îslamî de derdixîne pêş û got, "Rêxistinbûyîna DAIŞ'ê rêxistinbûyînek li dijî Îslamiyetê ye. Şerê li dijî nirxên Îslamê vedibêje. Xwe weke rêxistineke tund a olî vedibêje. Li ser vê bingehê jî, qanûnên şerîatê yên parastina ol, bi şêweyekî li berjewendiyên civakê nayê bi cih tîne. Bi giranî li ser qetilkirina Îslamiyetê xwe bi rêxistin dike. Di Îslamiyetê de mirov xwe bi baweriyên xwe vedibêjin. Pêkanînên tên kirin, di nava civakan de dibe sedem ku bi antîpatî nêzî olan bibe. Îslamiyet pîvanan diyar dike û pêkanînên wê dişopîne. Lê belê ji destpêka DAIŞ'ê û vir ve rêbazên bi kar tîne, tevî ku tirsnak e, di heman demê de ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne. Di nava olan de xweşbînî heye, xweşbîniya li baweriyên cuda heye. Lê belê di nva DAIŞ'ê de aliyekî bi vî rengî nîne. Êrîşî gel û baweriyên cuda dike û wan qetil dike."

Avşîn da zanîn ku DAIŞ hem olperestiyê hem jî ol bi xwe dike amûreke siyasetê û diyar kir ku bi bûyerên di roja îro de diqewimin re baştir xuya dibe ku olpeerstî û neteweperestî çiqasî zerarê dide gelan. 

Avşîn ragihand ku bi rêxistinkirin û bi cih anîna van her du zîhniyetan, ji aştiyê bêhtir rê li ber şer vedike û got, "Ev du sal in, li Rojava û li her cihê Kurd lê ne hat dîtin ku ev zîhniyet çiqasî xetere ye û xwedî pêkanîneke zerarê dide gelan. Bi taybetî, meşandina siyasetê di ser baweriyên civakan, cihê xwe di exlaqê de nîne. Civak bi xwe baweriyên xwe diyar dikin û di çarçoveya pîvanên xwe yên olî de jiyana xwe didomînin. Lê belê di nava DAIŞ'ê de rêbazeke ku vê dike hincet heye. Zehmet e ku mirov ji vê re bêjin ol e û em ji vê re nabêjin ol e. Lewma, ferzkirina vê yekê li ser Kurdan, di nava derdorên Îslamê de jî rê li ber tirsekê vekiriye. Ji ber ku rêbazên hovane, bi qasî ku cihê xwe di dîroka mirovahiyê de tinebe, mezin in. Rêbaza li dijî mirovên dîl girtine bi kar tînin, bi cih anîna vê yekê bi destê zarokan, tirsnak e. Serjêkirina mirovan û ragihandina vê yekê ji mirovan re, asta hovîtiyê nîşan dide. Me ev hovîtî di nava du salên dawî de li Rojav bi pratîkên hov re dîtin. Dema van rêbazan bi kar tîne, di nava mirovan de nêrîneke cuda derdikeve holê. Ev yek nîşan dide ku ev rêxistina çete ya bi navê Îslamiyetê derket holê, bi çi rengî Îslamiyetê qetil dike."

'NÊZÎKATIYA LI JIN Û CIWANAN TIRSNAK E'

Delal Avşîn da xuyakirin ku nêzîkatiya DAIŞ'ê ya li jin û zarokan bi armanc e û bibîr xist ku ev rêxistina çete perwedeya kuştina mirovan dide zarokan.  Avaşîn ragihand ku zarokekî bi vî mejî mezin bibe bi ti awayî bi kêrî civakê nayê û got, "Komkujiyên dikin, bi rêya çapemeniyê ji cîhane re radigihînin. Pêşeroja civakek bi vî zîhniyetê mezin dibe, tirsnak e. Derdoreke zarokan bi vî rengî perwerde dike, xizmetê ji ol û civakê re nake. Di êrîşên li Rojava, Şengal û Kerkûkê de mêran bi awayekî komî qetil kirin, jin jî bi xwe re birin. Nêzîkatiya wan a li jinan gelekî hovane ye û dijminatiya li jinan nîşan dide."

Avaşîn diyar kir ku li gorî mukurhatinên endamê çeteyê DAIŞ'ê, jinên ji aliyê wan ve hatin revandin li malên bazarê tên firotin û destnîşan kir ku DAIŞ jinan weke amûreke gefxwarinê bi kar tîne.

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Avşîn da zanîn ku yê herî zêde destekê dide DAIŞ'ê hikûmeta AKP'ê ye û got, "AKP jî rêxistinbûyîneke ku di ser ol re siyasetê dike. Dema mirov li komkujiya herî dawî ya DAIŞ'ê ya li Kobanê binêrin, tê dîtin ku herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin. Ev komkujî bi destê AKP'ê hatiye kirin."

'AKP Û DAIŞ BI HEMAN RENGÎ NÊZÎ JINAN DIBIN'

Avşîn anî ziman ku nêzîkatiya AKP û DAIŞ'ê ya li jinan, ji aliyê cewherî ve weke hev e û diyar kir ku nêzîkatiyên bi şêweya; jina bi îfet û ya ne bi îfet, derketiye holê. Avaşîn ragihand ku ev yek nêzîkatiyek eleqeya xwe bi ol re nîne û destnîşan kir ku ji ber ji hêza jinê ya civakê diguherîne ditirsin, bi van rê û rêbazan re hewl tê dayîn dîl werin girtin.

Avşîn axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku azadbûna civakekê û jiyana bi nirxên xwe, zorê dide sîstemên desthilatdar. Ji ber vê yekê di roja îro de DAIŞ li bazaran bi awayekî vekirî difiroş e, li aliyê Tirkieyyê jî jin li nava kolanan tên qetilkirin. Ev her du nêz bi heman rengî nêzî jinan dibin, armanca her du hêzan qetilkirina jinan e. Pêkanînên van her du hêzan jî ji aliyê fîzîkî û ruhî ve qetilkirina jinan e. Ev yek tê wateya tinekirina jinê di nava civakê de. Di ola Îslamê de mafê jiyanê yê jinan jî bi qasî yê mêran heye. Lê belê AKP û DAIŞ ên xwe li ser komkujiyên bi rêxistin kirine û ol kirine amûrek siyasetê, hewl didin xwe di ser qetilkirina jinan re bi rêxistin bikin. Ji bilî vê yekê ti wate û şîroveya vê rewşê nîne."

'GIRÎNG E JIN Û CIVAK XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Avşîn diyar kir ku divê hemû beşên civakê li hemberî komkujiyên DAIŞ li hemû jinê ferz dike, derkevin û got, "Em dibêjin divê her civak baweriya xwe li gorî cewhera olî bijîn. Yanî bêyî desthilatdarî tevlî vê bibe, bijî. Cewhera ol û baweriyê cewhera ji destilatdariyê dûr e. Divê li gorî pêwîstiyên vê, jiyanê bi rêxistin bike. Ji bo demokratîkbûyîna Îslamê yan jî pêkhatina Îslama demokratîk, divê civak jiyana xwe bi xwe bi rêxistin bike û li ser vê yekê xwe bi pêş ve bibe. Jinên xwedî baweriyeke gelekî xurt jî hene. Jinên xwe li gorî baweriyên xwe xwe bi rêxistin dikin jî hene. Ti jin nikare li pêşberî qetilkirina jineke din bi xemsarî tevbigere. Yanî, dema li hemberî jinekê êrîş hat kirin, divê xweparastinê bi rêxistin bike. Eger ewqas êrîş hebin, girîng e jin jî xwe li hemberî van êrîşan bi rêxistin bikin. Divê em bawerî û çanda xwe biparêzin. Dviê jin hem xwe bi rêxistin bikin hem jî ji bo zarokên wan tevlî rêxistina çete nebin, tedbîran bigirin." Avşîn ragihand ku ti desthilatdariya dewletê û derdorên serdest nikarin jinan biparêzin û got, "Ji bo vê têkoşîn şert e. Bêyî têkoşînê em nikarin ti tiştî bi dest bixin. Girîng e jin û hemû civak bi vê têgihiştinê xwe bi rêxistin bikin."