‘Divê CPT û KE demildest heyetê bişînin Îmraliyê’

Endama Heyeta Îmraliyê Bagriyanik di çalakiya li dijî tecrîdê ya li Strasboûrgê li ber CPT û KE tê lidarxistin de axivî, got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe, em daxwaz dikin ku ji vir rayedarên KE û CPT’ê biçin Îmraliyê û fêm bikin çi diqewime.”

Endama Heyeta Îmraliyê Bagriyanik di çalakiya li dijî tecrîdê ya li Strasboûrgê li ber CPT û KE tê lidarxistin de axivî, got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe, em daxwaz dikin ku ji vir rayedarên KE û CPT’ê biçin Îmraliyê û fêm bikin çi diqewime.” Koordînasyona KJK’ê jî peyamek ji çalakiyê re şand.

Îro ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) bi şîara “Jin Ji Bo Rêbertî û Azadiyê Di Çalakiyê De Ne”, “Ji Ocalan Re Azadî û Ji Kurdistanê Re Statu” li ber Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyan (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) mîtîngek protestoyî li dar xistin.

Jinên Kurd ên ji gelek bajarên Ewropa hatin Strasboûrgê, danê sibehê li ber KE kom bûn. Ji vir saet 11.00’an ber bi CPT’ê ve meşê destpê kir. Jinên ku li der dora avahiya CPT’ê xelaka mirovan çêkirin, banga şandina heyetekê li saziyê kirin.

Çalakiyê bi mîtîngek li ber avahiya KE dewam kir. Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan, Endama Koordînasyona KJA Ceyla Bagriyanik, Ji Partiya Komunîst a Fransa Melanîe Tsagoûrîs, Hevseroka Komaleya Kurdistan a Fransa Sylvîe Jan, nûnerên TJK-E, ji Kolektîfa Jinan a Kobanê Clotîlde Farroûx, ji heyeta jinan a çibû Cizîrê Laûra Restrepo jî di nav de gelek kesan cihê xwe di mîtîngê de girtin.

‘KIRYARÊN DER MIROVAHIYÊ HENE’

Di mîtînga bi rêzgirtinê destpê kir de endama Koordînasyona KJA û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik bî bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, wiha axivî: “Abdullah Ocalan tevî şertên giran ên 17 salan jî têkoşîna aştiyê dimeşîne. AKP’e îro tecrîd xistiye meriyetê. Kiryarek der mirovahiyê heye. Ev antîdemokratîk û bê hiqûqî ye. Îro tecrîda li ser Ocalan ne li ser wî tenê ye, li ser tevahî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Em vê jî tenê dikarin bi têkoşînê derbas bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, em daxwaz dikin ku ji vir rayedarên KE û CPT’ê biçin Îmraliyê û fêm bikin çi diqewime.”

Bagriyanik rojbûna Ocalan jî pîroz kir, got: “Roja pîroz di serî de jin, li tevahî gelê me pîroz be.”

 ‘BILA QEDEXEYA PKK’Ê BÊ RAKIRIN, OCALAN SERBEST BÊ BERDAN’

Ji Partiya Komunîst a Fransa Melanîe Tsagoûrîs jî got “Em piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikin” û wiha dewam kir: “Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin, dixwazin demildest bigihêje azadiya xwe. Têkoşîna gelê Kurd mafdar û rewa ye. Ji ber vê jî em vê nêzîkatiya welatên Ewropa rexne dikin. Em dixwazin ku PKK’ê ji lîsteya terorî derxin û Ocalan serbest bê berdan.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD LI CIHANÊ BELAV BIBE’

Hevseroka Komaleya Kurdistan a Fransa Sylvîe Jan jî destnîşan kir ku tevahî cîhan jinên Kurd nas dike, wiha pê de çû: “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê têkoşîna we ye. Têkoşîna tevahî cîhanê ye. We li hember hovên herî wehş ên cîhanê şer meşandin. Ji ber vê jî têkoşîna we astek navneteweyî girt. Ez Newrozê li Amedê bûn. Bûyerên li wir wehşet bûn.”

Sylvîe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, banga hewldanan li saziyên Ewropa kir.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê PEYAM ŞAND

Koordînasyona KJK’ê jî peyamek şand mîtîngê. Di peyama KJK’ê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û wiha hate gotin:

“Di roja me de jî di serî de gelê Kurd navê hêviya azadiyê, îradeya têkoşînê û dîrokê ya tevahî gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.”

 

Piştî axaftinan, Sosin, Canê, Koroya Jinê ya Sara konser dan.