Îro, bi organîzekirina meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebata diyaloga têkoşîna li dijî kuştinan jinan li Qamişloyê li dar ket. Endamên PYD’ê rêxistinên civaka sivîl, jin, ol û siyasetmendar û rewşenbîr tev li komxebatê bûn.
Di beşa yekemîn de endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a navçeya Til Temirê, endama Kongreya Islama Demokratîk Gulnaz Mihemed Osman û serokê saziya olî ya navçeya Dirbêsiyê şêx Heysem Ferhan Xelîl axivîn.
Gulnaz got: “Jin nîvê civakê ye. Parastina mafên wê pêwîstiyeke nîştimanî ya neteweyî ye. Jin wek çîneke civakî du caran ji ber pirsgirêk û aloziyên civakê azaran dikişîne, wek welatiyekê, beşek ji malbatê û çînên gel û careke din ji ber mêrên ku barên wan bi pirsgirêkan û xeman giran bûne.”
Gulnaz piştrast kir ku di civakên paşketî û nezan de gelek qeyd li ser azadiya jinan tên ferzkirin û civak weke pêwîstiya jinê bi parastin û perspektîvan heye lê dinêre.
Gulnaz diyar kir ku ruxmî ku rewşa jinan ji aliyê destûr û qanûnê li cîhanê baş bûye, tevî destkeftiyên ku bi dest xistine, lê dîsa jî jin tê paşguhkirin û mafên xwe bi dest naxe û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Di civakên me de ji ber fedîbûnê yan jî zordestiya birayan, jin ji mîrasê bêpar dimîne. Cudahî di navbera teorî û pratîkê de ev e. Ev yek encama mîrasa civakî û naskirina şaş a olê ye.”
Serokê saziya olî ya navçeya Dirbêsiyê şêx Heysem Ferhan Xelîl behsa şîdeta li dijî jinan kir ku bi navê ol û civakê tê kirin û got: “Erê rast e jin di civakên me de rastî şîdetê tên. Şîdet; ew hêza bedenî ye ku li dijî kesekî/ê yan jî ferdek li dijî xwe yan li dijî kesên din bi kar tînê. Tenê ne şîdeta bedenî heye lê belê şîdeta peyvên nexweş û hişk heye ku rojane li dijî jinan tên bikaranîn.”
Xelîl destnîşan kir ku şîdeta li dijî jinan tê kirin, hin caran sedem jin bi xwe ye û ew jî vegerand encama bandora zihniyeta baviksalarî ya li ser jinan ku bi navê urf û adetan pêk tê û ji hezaran salan ve li ser jinan hatine ferzkirin. Xelîl diyar kir ku gelek kes olê bi kar tînin û bi navê wê êrişî jinan dikin.
Şêx Heysem Ferhan Xelîl bal kişand ser sûcên kuştinê yên bi navê sûcên namûsê û got: “Divê rûspî bi êlên xwe re bicivin da ku rê li pêşiya vê diyardeyê bigirin. Metirsiyên wan ên li ser civakê nîqaş bikin û rêya rast nîşanî wan bidin da ku careke din mîna van sûcan pêk neyên.”
Di komxebatê de midûrê Saziya Maşûq a Diyalog, Dilnermî û Nûkirina Olî şêx Murşêd El-Xiznewî û mudira Komxebata Jinên Sûrî ya Islamî Esma Keftaro bi rêya vîdeoyê axivîn.
Her duyan piştrast kir ku ola Îslamê ola xwedî nirxên baş û pak e û divê sûcdarên kuştina jinan werin darizandin. Her wiha bang kir ku divê xebat were meşandin da ku civak were hişyarkirin ji bo ku careke din mîna bûyera li Hesekê çênebe.