Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê hate xwarin

Di serdegirtinên malan de yên li ser Partiya Şoreşger û Hêza Şoreşger (Dev-Guç), tevî ku di derbarê Yeşîm Tukel de biryara destgîrkirinê nebû, lê ji aliyê polîsên taybet (POH) ve bi destavêtinê gef lê hate xwarin.

Yeşîm Tukel a ku di nav 17 kesên 22'ê Hezîranê li Stenbolê hatibûn destgîrkirin de bû, diyar kir ku lê hatiye xistin, heqaret li wan hatiye kirin û gefa destavêtinê lê hatiye xwarin. Tukel ragihand, “Ji ber ku em beşek ji tevgera femînîst û sosyalîstin bi van êşkenceyan re rû bi rû dimînin. Ez bi hêrs im û em ê li hemberî van êrîşan gavekê jî bi paşde neavêjin, neavêjim."

17 endamên Partiya Şoreşger û Ciwanên Hêzên Şoreşger ku di sibeha 22’ê Hezîranê de ji hêla cendirme û polîsan ve hatibûn destgîrkirin, roja Înê serbest hatin berdan. Ji ber biryara nepenîtiyê ya ku li ser dosyeyê hatî danîn, sedema serdegirtin û destgîrkirinan nehat hînbûn, her wiha destgîrkirina gelek kesan ya tevî nebûna biryara destgîrkirinê, berfirehiya bêhiqûqiyê radixe ber çavan. Endama Partiya Rizgarî û Şoreşger a Jinan Yeşîm Tukel ku yek ji wan kesên bi neqanûnî hate destgîrkirin ji ANF’ê re axivî.

AVÊTIN ERDÊ Û DAN BER PEÎNAN

Tukel da zanîn ku roja 22’ê Hezîranê saet 04:00’an jandarma û POH’an li Sarigazî’yê bi çekên namlû dirêj hatin û bi ser malekê ku 4 kes tê de dijîn girtin; Tukel wiha behsa bûyerê dike, “Deriyê ji derwe ya mala me şkandin û wisa ketin malê. POH’an bera çekên xwe dan odeyan û bi gotina ‘Emê fîşekê li serê we bixin, destê xwe rakin’ ketin hundur. Destûra lêgerînê nîşan nedan û heta nehiştin ku em li parêzer bigerin. Ji ber ku min helwest raberî derbkirina hevalekê xwe nîşan da, polîseke POH’ê bi gotina ‘Ezê niha kû dera te…’ min avêt erdê û dan ber peînan.

BERDEWAM DIJÛNÊN ZAYENPERESTÎ DIDAN

Bi zorê hewldan ku remza telefonê bi me bidin vekirin. Em hemû li odeyekê kom kirin û destê me li ser serê me û me li ser dev dan dirêjkirin. Tenê ez jin bûm û berdewam dijûnên zayendperest didan min û ez bi tecawîzê gef kirim. Ji aliyê yekê din ve jî rastî tecawîza gotarî ya bi saetan hatim ku gotinên bi vî rengî dikir ‘… tu yê bixweyî. Niha jî tu yê neçar bimînî ji vê malê derkevî, lê ezê ji te re malekê peyda bikim, ev jî bi şertê ku tu ji min re masaj bikî.’

‘DIVÊ TU LÊDANEKE DIN JÎ BIXWEYÎ’

Polîsek din jî navê polîsê ku ez derb kirimî da û bi gotina ‘Eger bixwazî ezê gazî Yekûp bikim. Normal wisa nêzî jinan nabe, bi rengekî ku tu yê xweşiya te biçe nêz dibe, lê kerba xwe ji te wekir’ ez gef kirin. Dema min bersiv nedida pirsên wan digotin ‘Herhal te bîra Yaûp kiriye, ji beriya ku ji vir derkevî divê tu lêdaneke din jî bixweyî’. Dema li malê digeriyan û lêgerîn dikirin bi zanebûn pê li me dikirin û lingê me diperçiqandin û wisa derbas dibûn. Tevî ku em li erdê dirêjkirî jî bûn, me didan ber peînan. Ji derweyî lêgerînê jî kemraya xwe venekirin. Encax em bi şer daxilê lêgerînê bûn. Rexmê ku me bi saetan wiha êşkence dît, dema em rakirin nexweşxaneyê, hewldan ku bi me re bikevin odeya mûayenê. Bi hişyariya doktor neçar man derkevin.

EZ BI HÊRSIM Û EZÊ YEK GAVÎ JÎ BI PAŞDE NEAVÊJIM!

Tukel a ku tevî nebûna biryara girtinê ew birin Fermandariya Cendirme ya Stenbolê got ku li ser gelek hevalên wê sîxurtî ferzkirine. Tukel diyar kir ku ew nikarin sedema serdegirtinê fêr bibin, ji ber ku di dosyeyê de biryara nepenîtiyê hebû û got, "Ji xwe li ser min û her du hevalên min ên din ku em di heman xaniyê de diman biryara girtinê yan jî destgîrkirinê tunebû. Tenê ji ber ku em li malê bûn hatin û em birin. Dema me got ku me dixwezin bi parêzerekê re hevdîtinê bikin, wana bi gotina ‘Rewşek we ya pêwîstî bi parêzer hebe tune ye, ev tenê ji bo wergirtina agahiyê ye’ re hevdîtina me ya bi parêzer re asteng kirin.”

Tukel ya ku dibêje ji ber tiştên qewimînî pir bi hêrs bûye got, “Ev ne rêbazek ya dewleta zilam e ku em pênizanin. Dema li Kurdistanê dikevin malan, ji belavkirina cilên binî bigre, ji nivîsandina ‘em hatin û hûn nebûn’ ya li odeyên razanê û ji êşkenceyên ku li kolanan li jinên Peymana Stenbolê diparêzin kirinî nas dikin. Ev ne rûyê dewleta zilam ya ku em nas nakin e. Ji ber ku em jî parçeyek ji tevgera femînîst û sosyalîstin bi van êşkenceyan re rû bi rû man. Ez bi hêrsim û ezê li hemberî van êrîşan yek gavî bi paşve neavêjim û neavêjîn. Di heman demê de emê têkoşîna xwe bidomînin û bilind bikîn.”