Di salvegera komkujiya Helincê de panela jinê ya navneteweyî

Platforma Weaving for Life di çarçoveya kampanya têkoşîna li dijî qirkirina jinê de yekemîn panela online li dar dixe.

Weaving for Life ku destpêka meha Hezîranê hate ragihandin, di bin sîwana wê de Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) jî heye.

Platform wê di çarçoveya kampanya têkoşîna li dijî qirkirina jinê ya siyasî de panela xwe ya destpêkê ya online di 23'ê Hezîranê roja Çarşemê li gorî dema Kurdistanê saet di 17:00 de pêk bîne.

Panel di salvegera yekemîn a komkujiya Kobanê-Helincê de pêk tê û wê bi zimanên Îngilîzî, Kurdî, Erebî û Spanî bê lidarxistin.

Di 23'ê Hezîrana 2020'î de dewleta Tirk bombe li maleke li gundê Helincê yê li başûr rojhilatê Kobanê barandibû, di encamê de endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel, nexweşa kanserê Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî ya dayika 5 zarokan qetil kiribû.

Panela ku wê li ser platforma Zoomê pêk were, ji aliyê endama rêxistina jinê ya Fîlîstînê Jojo Guan û ji Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Latîn Emerîkayê Alessia Dro ve bê birêvebirin.

Ji Kolombiyayê Vilma Almendras, ji Endonezyayê Triana Wardani, ji Efganistanê Fouzi Afshari û ji Kurdistanê jî wê Meral Çîçek biaxivin.

Kesên ku dixwazin panelê bişopînin divê li ser vê lînkê qeydê bikin:

https://us02web.zoom.us/meeting/register/tZctcOmqqj8rGd2l_aHCprSLczdLYccW4tsd.