Di hinardeya çekan de mafê jinan

Di hinardeya çekan de mafê jinan

Komek Parlamenterên endamên Partiya Keskan û Çepgir a Swêdê pêşnûmeyeke hevpar nîşan da û xwest firotina çekên ku mafên zarok û jinan binpê dikin bila bê qedexekirin.

Di pêşnemeyê de hat hate xwestin ku li welatên ku jin bi keviran tên kuştin, şîdeta ji ber tore û namûsê pêk tê, jinên ku tên sinetkirin, zewaca bi zorê tê kirin, ji bo qedexekirina firotina çekan a van welatan bila parlamento biryarê bigire.

Di pêşnûmeyê de hat desnîşan kirin ku di pevçûn û şer de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin û hat gotin ku polîtîkaya îhraca çekan a Swêdê de perspektîfa zayendî tune û ev nêrîn di pêşnûmeyê de cih digirin: “Sala borî zêdetir derket holê. Li gorî rêgezên ku parlamentoyê qebûl kirine, çek ji bo welatên ku binpêkirinên mafan yên berfireh û giran tên meşandin, nayê firotin. Li gel vê Swêdê çek firot welatên ku herî zêde mafên jinan bin pê dike yên weke Pakîstan û Erebîstana Siûdî. Li Erebîstana Siûdî jin bi zextên mezin de û bi binpêkirina mafan a dijwar re rû bi rû ne. Ev binpêkirinên mafan ne ji kevneşpiyan ji ber şerîata ku li welat pêk tên diqewime.

Qanûnên Erebîstana Siûdî li dij Peymana Mafê Jin, Zarok û Mirovan a Navnetewî ye. Hikûmet bihêle ku parastina mafên jin û zarokan bike li aliyekê dihêle çekan bifiroşe û li aliyê din jî destûrê dide Kralê Swêdê û Keybanûya Swêdê biçe Erebîstana Siûdî.”

Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku Kralê Swêdê Carl Gustav madalya daye Kiralê Suudî Erebîstanê û diyar kir ku Qralîçe Sîlîvîa jî bi girtina serê xwe zextên li ser jinan rewa dike û wiha got: “Ji ber ku di pêşerojê de rewşên bi vî rengî çênebin, ji bo ku hinardeya çekan bê kirin, divê şert û mercên ji bo mafên mirovan bên danîn.”

Parlamenter Amineh Kakabaveh ku îmzeya wê jî li bin pêşnûmeyê ye wiha got: “Tu pirsgirêkeke polîtîk ji perspektîfa jinan cuda nayê nirxandin. Li parlamentoyê gelek parlementer femînîst in. Lê di pratîkê de vê nadin nîşandan. Di sala dawî de li Pakîstanê nêzî hezar jinî bûn qurbana namus û toreyê. Jin weke welatiyên çîna duwemîn tên dîtin. Li Erebîstana Siûdî ku bi qanûnên şerîatê tê bi rêve birin ger ku çek ji bo wan bê firotin dê zextên li ser jinan zêde bibe. Ji ber jî vê ji bo ku welatên ku binpêkirina mafan lê pêk tên jiyîn firotina çekan bê qedexekirin.”

Pêşnûme pêşî dê li Komîsyona Parastina Parlamentoyê bê dest girtin û piştre dê bidin dengdana parlamenterên parlamentoyê.