BI DÎMEN

Di çalakiya Strasboûrgê de banga 'Kolanan neterikînin'

Nerazîbûnên li dijî nixûmandina qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin didomin.

Di çalakiya li Strasboûrgê de bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan axivî û bang li Kurdan kir ku 'Kolanan neterikînin'

Bi sedan Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiya walîtiya Strasboûrgê kom bûn, diyar kirin ku piştî mirina Omer Guney a bi goman dixwazin qetlîamê binixûminin, bang hate kirin ku qetlîama Parîsê ronî bikin.

Di çalakiyê de ku her 15 rojan bi dirûşma "Bêdnegiya we dibe hevkariya sûc" tê lidarxistin, dirûşmên li dijî dewleta Tirk hatin qîrikirin, daxwaz kirin ku dewleta Fransa bila nebe hevkariya sûc.

Di çalakiyê de bavê Fîdan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan axivî û bang li gelê Kurd kir ku rê nedin serê qetlîama Parîsê binixûminin. Dogan diyar kir ku bi parêzeran re hevdîtin kirine û parêzeran ji bo wan wiha gotine: "Tişta ku dikeve ser milê we Kurdan kolanan neterikînin û dev ji berxwedanê bernedin. Eger ku hûn kolanan biterikînin wê têkoşînê heba bibe."

Di çakakiyê de dirûşmên mîna "Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leyla ne" hate qîrikirin. Herî dawî çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.