Di bin çavan de herî zêde jinên Kurd rastî tundiyê tên

Di bin çavan de herî zêde jinên Kurd rastî tundiyê tên

Di daneyên 15 salan de yên derbarê jinên di binçavan de rastî tacîz û tecawizê hatin tesbîtên gelek cidî derketin holê. Jinên rastî tacîz û tecawiza hêzên dewletê hatin piranî Kurdin û dosyayên derbarê kiryaran de hatin vekirin jî hemû bê encam man.

Li gorî daneyên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya Di binçavan de yên ji 363 jinên di navbera salên 1997 û 2012'an de serlêdan ji buroyê re kirin hatin girtin, tundiya dewletê ya li hemberî jinê radixe berçavan. Ji 363 jinên daxwaza alîkariya hiqûqê kirin jê 82 jin bi hinceta rastî tecawizê hatin daxwaza alîkariya hiqûqî kirin û ji van jinan 2 jin piştî rastî tecawizê hatin întîhar kirin û jinek jî ji ber îşkenceya dît demek dirêj di bin bandora wê de ma û jiyana xwe ji dest da.

JI SÛCÊN LI HEMBERÎ JINÊ POLÎS DI RÊZA YEK-LEŞKER DUWEM-GARDIYAN SÊYEM DE NE

Li gorî daneyan 4 jin bi zorê berê wan da fihûşê û 21 jin di binçavabûna bêqed de rastî tacîz û tecawizê hatin. 10 jin jî bi zarokên xwe re rastî îşkenceyê hatin. Li gorî daneyan hêjmara jinên ji ber tecawizê ducanîbûn 5’in û 5 jin jî rastî kontrola bekaretê hatin. Di nav kesên li hemberî jinê sûc kirin de 271 polîs di rêza yekemîn de cih digirin û di rêza duyemîn de 95 kiryar leşker û di rêza sêyemîn de jî gardiyan cih digirin.

HERÎ ZÊDE JINÊN KURD DI BINÇAVAN DE RASTÎ TUNDIYÊ TÊN

Dema mirov li raporê mêze dike Di binçavan de herî zêde jinên kurd rastî tundiyê hatin. Ji 363 jinên rastî tundiya hêzên dewletê hatin jê 264 jin kurdin. Ji jinên rastî tundiyê hatin jê 19 ji ber pevçûnan hatin binçavkirin û 226 jin jjî ji ber sedemên siyasî hatin binçavkirin. 17 jin jî ji ber endamên malbatê yên siyasî ceza bikin hatin binçavkirin.

JIN DI HER ASTÊ DE MEXDUR DIBIN

Hejmara dosyayên têkildarî tundiya li dijî jinê pêkhatin hatin vekirin û bêencam mayîn 194’in. Hejmara jinên ji ber tirsiyan tu karên hiqûqî nekirin jî 101’in. Di raporê de hate diyarkirin ku, 134 jin ji ber serlêdana sûc kirin rastî zextan hatin û 40 jîn jî ber tiştên jiyîn neçar man li cihê lêdijîn koçberbûn. Hejmara tê nîşandan tenê bûyerên gihiştin buroyê ne û hate gotin ku ev hejmara gelek zêde ye.